NAVENDA NÛÇEYAN – Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad yên Swîsreyê, li dijî êrişa roja15ê Avrêlê dewleta Tirk a faşîst ya bi hevkariya PDKê va pêk anî, li paytext Bernê û Cenevê li pêşiya Buroya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî çalakiyan pêk anîn.
Ewilî, saet 15.00an da li pêşiya avahiya NYê ya li Cenevê ye, ciwan hatin li cem hev û ji ber ku kampa Mexmûrê di bin kontrola NYê da ye û ji ber bombebarana dewleta Tirk a faşîst NY bêdeng e, bi pankartan çalakiya prostesto kirinê pêk anîn.
Ciwanan li pêşiya avahiya NYê, pankarteke bi Îngilîzî “Tirkiye kampa penaberan a Mexmûrê bombebaran kir” daliqandin. Bêdengiya NYê ya ji ber dewleta Tirk a faşîst kampa penaberan a Mexmûrê bombebaran kir hate protesto kirin. Pankart demeke dirêj li pêşiya avahiyê ma û bala kesên ji wir derbas dibin kişand.
Li Swîsreyê ciyekî din yê çalakiyan paytext Bern bû. Ciwanên ku di danê nîvro li Bernê hatin li cem hev, li pireke di navenda bajêr da ye pankarteke bi Îngilîzî “Mexmûrê Biparêze” hatiye nivîsîn daliqandin. Pankarta ku bala kesên ji wir derbas dibin gelekî kişand, demeke dirêj li wir daliqî ma.
Li Bernê xêncî çalakiya pankartê, ciwanan li navenda bajêr da li gelek ciyan afîşên ku bi xwe amade kirinê û li ser da wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û gotinên wî li ser e daliqandin.
Ciwanên ku gotin tevgerîna PDKê ya hevkarî-xiyanetkariyê em ê qebûl nekin, li her derê li dijî vê yekê banga bilindkirina çalakiyan kirin û banga tevlîbûna van çalakiyan li ciwanên Kurd yên li Ewropayê kirin.