Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
“Qada herî kevin a sermayê bazirganî ye. Di dîrokê de li dora sîteya Ûrûkê di dema 4000-3000 B.Z. de mirov dikare behsa serdemeke bazirganiyê bike. Em dizanin ku Asûriyan ji Anatolyayê heta bi Hindistanê koloniyên bazirganiyê ava kirine. Fenîkeyî qewmê pêşî ye ku karîbû koloniyên bazirganiyê yên pêşî li her devera Deryaspî ava bike. Di dema împratoriya Persan de ji aliyê bazirganiyê ve berfirehbûn û ewlekarî di çarçoveya globalbûna herî berfireh de ye. Di şaristaniya Greko-Romen de bazirganiyê bi tevahî bandora xwe dewam kiriye. Bêyî bazirganiyê li ser piyan mayîna bajarên mezin zehmet e. Bajarê mezin tê maneya bazirganiya mezin. Şaristaniya Îslamê ya li Rojhilata Naverast hêzeke mezin a global e, li ser rêya ber bi bazirganiya Rojava ve diçe qonaxa dawî ya herî mezin e. Tevahiya rêûresmên ji bo bazirganiyê hewce ne, mîna ku temam bûne. Hêmanên mîna pere, krêdî, banke, sened, bazar û çûnûhatinê, di şaristaniya Îslamê de weke argumanên kevin û nû, bûne sektoreke herî zêde giraniya wan heye. Bajarên bazirganiyê yên Îtalyayê ya esas rêûresma bazirganiya Îslam û Bîzansê wergirtine.
Di sedsala 13. de serdestiya di bazirganiyê de bi destê Îtalyayê derbasî parzemîna Ewrûpayê bû. Bajarên bazirganiyê yên Îtalyayê di salên navbera sedsala 13. û 16. de serdestiya xwe ya di bazirganiyê de dewam kirin. Ji sedsala 16. û pêve serdestî ket destê bajarên yekdestdar ên Hollanda û Ingilîstanê. Serketina bazirganiya kapîtalîzmê bi giranî ji vê sedsalê pêve bi destê paytextên van welatan London û Amsterdamê pêk hatiye. Di ser Atlantîkê û Pozê Hêviyê re (Cape of Good Hope) keşfa Emerîkayê û Başûr-rojhilatê Asyayê û tevlîbûna wan a nava rêyên bazirganiyê, yek ji şoreşên herî mezin ên bazirganiyê ye. Bi van rêyên nû re rêyên bazirganiyê yên Rojhilata Naverast ên weke rêûresmekê ji Rojhilat heta Rojava û ji Bakur heta Başûr dirêj dibûn û serdestiya wê li ser hebû, ji sedsala 16. û pêve derb xwar û qîmeta wê ya berê nema. Şaristaniya Rojhilata Naverast ji sedsala 16’an ve her tim bi paş ket û têkiliya vê ji nêz ve bi van rêyên nû re heye. Bi şoreşa îndustriyê re derba herî stratejîk xwar û heta roja me ya îro careke din hêz û taqeta wê nebû bi ser xwe ve bê.
Daneheva pêşî ya sermaya herî mezin a Ewrûpayê di sedsalên 15. û 18. de bi roleke sereke radibe. Ji sedsala 10. pêve pîşekariya bajêr mezin bû û hegemonya xwe ya pêşî li ser cotkariyê çêkir. Tevgera pîşesaziyê cara pêşî bi awayekî ciddî weke manîfakturê bû yekdestdar û belav bû, têkiliya vê mezinbûna wê ya hecmî ji nêz ve têkiliya xwe bi hegemonyadariya yekdestdar a bazirganiyê re heye. Di dema xwe de şîrketên herî mezin ên bazirganiyê yên Hollanda û Ingilîstanê Kûmpanyayên Rojhilat û Rojavayê Hindê pozîsyona xwe ya pêşeng demeke dirêj dewam kirin. Amûrên bi tesîr ên sermayê weke banke, sened, krêdî, kaxiz, pere, muhasebe û fûarvanî di vê demê de bi aweyekî xurt bi sazî dibin.
Di vê demê de em careke din dibînin ku di nava yekdestdariyên bazirganiya taybet û yekdestdariya dewletê de yekîtiyeke ba di ber re naçe heye. Ya rastî, mumkin nîne mirov bêyî dewletê behsa yekdestdarî, nexasim jî bi serê xwe behsa yekdestdariya bazirganiyê bike. Ji serdema destpêkê ya bazirganiyê heta serdema bazirganiya Ewrûpayê, yekdestdariya dewletê her tim pêşeng bû. Ji bilî dewletê lîberalîzm dereweke mezin e. Maneya bin-gehîn a lîberalîzmê ew e ku dewletê bi temamî bixe xizmeta yekdestdariya ekonomîk û bi vî awayî dewleta siyasî bike dewleta ekonomîk. Lîberalîzma bêdewlet mîna baxçeyê bêxwedî ye. Di vê demê de giraniya bazirganiyê li ser dewletê, bi gotineke hînê rasttir; têkiliyên wê bi yekdestdariya bazirganiyê re bi roleke sereke radibin.
Ji ber vê sedemê, ji vê dema navbera sedsalên 15. û 18. re dema merkantîlîst tê gotin. Ya rastî, dewlet bi saya bazirganiyê bi ser xwe ve tê, û sedema vê jî ew e ku pê budçeya xwe zêde dike. Mirov dikare ji vê re milletgiriya bazirganiyê jî bibêje. Ji ya digire zêdetir difiroşe, û bi vê rêyê dibe dewleta herî serdest. Dewleta neteweyî weke dema mezinbûna monarşiyê jî tê zanîn. Di warê civakî de arîstokrasî dest diavêje bazirganiyê û arîstokratbûyîna bazirgan bi vê re di zikhev de çêdibe, bûrjûwazî weke çîna modern a nû di vê serdemê de dibe xwediyê rêûresmekê. Em ji îdeolojiya bûrjûwayê bigirin heta şêwazê jiyana wê, ji têgihiştina wê ya modeyê heta mîmariya bajêr, di gelek waran de reformên bi kok têne kirin.
Reformasyon û Rohnîbûn di vê serdemê de bûne. Lê mirov dema Reformasyon û Rohnîbûnê weke tevgerên bûrjûwaziyê bifikire, mirov ê gelekî bixape. Reformasyon di cewherê xwe de neteweyîkirina dîn e; ango şaxberdana neteweyî ye. Têkiliyeke wê ya xwe disipêre sedeman bi bûrjûwaziyê re nîne. Armanca wê ew e ku dogmayên di fikra dînî de yên dema xwe temam kirî, di nava şertên nû yên demê de nû bike. Tevgerek e ku dîn li gorî demê bi rêkûpêk dike. Ew jî parçeyekî şoreşa fikrê ye. Rohnîbûn şoreşeke fikrê ya berfirehtir e. Paradîgmayên fikrê yên berê bi giranî li dawiyê têne hiştin û paradîgmayên nû mohra xwe li demê dixin. Şêwazên fikrê ji her alî ve bi nû ve dibin. Du qadên girîng, bi şoreşa zanist û felsefeyê ve têkildar in. Rasthatina li serdema bazirganiyê xweber e, lê ji ber karekterê çînî yê bûrjûwaziyê mirov dibîne xwedî lê derdikeve û dike malê xwe. Herdu qadan jî ji xwe re dike sermaya entelektuel. Girîngiyeke mezin a vê tevgera wê heye. Di berdêlê de navnîşaneke çînî ya rewa bi dest dixe. Karektera yekdestdaran a kurtêlxur piştguh hatiye kirin, di vê de herî kêm bi qasî arîstokrasî û mutleqiyetê rola fikirdarên Rohnîbûnê jî heye. Ji ber ku bûrjûwazî çîneke nû ye pêk tê, zêde li ser encamên wê rê li ber veke nefikirîne. Ji lewra jî bi tevahî kêmasî û neyênî kirine malê çînên berê. Karektera çîna navîn mohra xwe li serdemê dixe û di vê de bûrjûwazî bi rola sereke radibe.
Bûrjûwazî, ji aliyê îdeolojîk ve destekê dide milletgiriyê û vê jî ji bo li ser bazara neteweyî bibe yekdestdar dike. Ji bo reqîbên xwe tesfiye bike milletgirî bi roleke bi tesîr rabûye. Ji bo xwediyên sermayê yên ji milliyet û neteweyên din li derve bihêle; bûye hîmê her cure dijminatiya nijadperestî, neteweyî û dînî. Milletgiriyên beramberî hevdu sor kirine. Li gelemperiya dinyayê li dijî Cihûtiyê hisên nefretê bi vê sedemê zêde bûne. Cihû êdî di rewşeke welê de ne; li pêşiya xirabî û armancên neteweyî êdî astengeke ciddî ne. Cihûyan li dijî vê bi şêweyekî parastina navneteweyî û xurtkirina dostaniyê, ji bo dijminên xwe tesfiye bikin rêxistiniya masontiyê çêkirin. Herçend koka vê rêxistiniyê bigihîje serdema navîn jî rola wê ya esasî di vê demê de girîng bûye. Di nava gelek tevgerên serhildêr de para wê çêbûye. Milletgiriya Cihûtiyê rê li Siyonîzmê vekiriye.
Têkiliya bazirganî û kolonyalîzmê mirov dikare bi serdema derketinê bi hev re deyne û pêşketina wê ya piştre wexta mirov li ber çav digire, diviyabû di dema merkantîlîzmê de bi şêweyê çipkirinê pêşbiketa. Kolonyalîzma vê demê weke mêtingeriyê derdikeve pêşiya me. Du parzemînên di dîrokê de hîç kolonî nas nekirine, Emerîka, Awûsturalya û bi hezaran girav di vê demê de mêtingeriyê nas dikin. Bi tevahî parzemînên berê yên dinyayê, di serî de Efrîka û Asya, ji bo ku her yekê ji wan veguherînin parzemînên mêtinkariyê hema bêje ji nû ve keşif kirin. Bi vê armancê, xebatên mîna oryantalîzm (zanista şerqiyatê) û antropolojiyê (zanista mirov) dest pê kirin. Mirov dikare vê weke mînakeke baş ji bo têkiliyên di navbera civaka nû û zanistê de bihesibîne. Teoriyên der barê nijada jor de derfetên pêşketinê di vê demê de bi dest xistine. Xwestine Darwînîzmê li ser civakê biceribînin. Xebatên dîrok û cografyayê bi paradîgmaya nû bi dest xistine û ev yek jî di çarçoveya heman armancan de hatiye kirin. Ev xebatên keşfê mîna dinyayê li kapîtalîzmê vekin hatine kirin.
Kolonîtî yan jî mêtingertiya encamên wê yê hînê sîstematîk hene, ya esas polîtîkayên belavbûnê yê yekdestdarên bazirganiyê ne. Ango şêweyên hînê modern ên talanê ne. Kapîtalîzma bazirganiyê ya Ewrûpayê bi giranî li ser hîmê talana mêtinkariyê pêk hatiye. Wexta ku zîv û zêrên Emerîkayê dihatin talankirin, berhemên tevnê yên erzan bi buhayên nehatiye dîtin bûne amûrên girîng ên vê talanê. Ne bi tenê pêkhatina buhayên bê tewazun, bazirganiyê gelek demên, buha yekalî hatiye destnîşankirin jî dîtine. Kolonîtî ji aliyê yekdestdarên bazirganiyê ve di empozekirina buhayan de û di bedestxistina kareke zêde de bi rola sereke rabûye. Jixwe di hîmê kara bazirganan de ev rastî hene: yan newekheviyên buha yên di navbera bazaran de bi kar tînin yan jî bi rêbazên cûrbicûr ên mîna hilanîn û kêmkirina mal, bi xwe vê newekheviya buha çêdikin.
Fernand Braudel dibêje, di pêkhatina kapîtalîzmê de roleke diyarker a tevgerên spekulatîf ên bazirganiya mezin heye. Diyar dike ku li bazarê ti rola bihevguhertina ji rêzê nîne û ev xebatên ekonomîk ên normal in. Ekonomiyê bi pêşketina bihevguhertinê dide destpêkirin. Hilberandina malê bi armanca bikaranînê, ekonomî nayê hesibandin. Kengî tê ber pêvajoya bihevguhertinê êdî ekonomiyê dest pê kiriye. Li vê qadê kara bê kirin tineye. Di bihevguhertinê de mirov dikare behsa kara aliyan bike. Li vir spekulasyon tineye. Ya rastî, spekulasyon li qadên mezin ên bazirganiyê ne. Jixwe weke mala kapîtalîzmê tê binavkirin. Cudahiya di nava buhayan de bi lîstina bi buhayan tê çêkirin. Ji lewra ekonomî nayê hesibandin û weke ‘tiştekî’ ji derve hatibe ferzkirin, pirr eşkere deşîfrekirina wê tê xwestin. Ji vir û pêve jî pirr zêde nayê binavkirin û ev jî weke kêmasiyeke mezin bi mirov re pirsan çêdike.
Haya F. Braudel ji cudahiya di navbera dewlet û desthilatdariyê de heye. Bi qasî Marks nebe jî ango fonksiyona dewlet û desthilatdariyê bê qîmet nîşan nede jî nikare diyar bike ku çiqasî bi tesîr e. Di Marksîzmê de wexta dewlet weke ekonomiya zêde û mezin tê binavkirin, carnan zêdetir nêzî rastiyê ye. Lê ev destnîşankirineke giştî ya neberçav e. Ya rastî dewlet û desthilatdarî ‘ekonomiya neekonomî ne.’ Ango ekonomiyê weke qadeke lê berhemê zêde û nirx têne vedizîn dibîne û li vê qadê yekdestdariya xwe datîne. Di çarçoveya vê maneyê de qada di ser ekonomiyê re ye. Gelekî têkildar e. Bi tevahî mekanîzmayên wê ji bo bi rêbazên cûr bi cûr bi destxistina berhemê zêde û nirxan e. Cotkarî, bazirganî û pîşesazî di serê wan qadan de tên ku yekdestdariya xwe lê datîne. Di serê rêbazan de jî bacgirtin tê. Mînak bacên ne yekser têne girtin weke yekdestdariya bazirganiyê têkiliya dewletê ya dikeve nava tevgerê ye. Di vir de dewlet bi temamî bazirganek e. Li vir ji gotina ekonomiya gelekî zêde û mezin wêdetir, yekser bazirganek e. Para van bacan weke tê zanîn ew par e ku ji nîvê hatina wê dibihure.
Dewlet her weha gundikên cotkarî û heywan xwedîkirinê, bazarên cotkaran û buhayên berhemên wan destnîşan dike, ji lewra dewlet bi temamî yekdestdariyeke ekonomîk e. Di lîteratura ekonomiya Ewrûpayê de têkiliya ekonomiyê ya dewlet û desthilatdariyê timî şîlo tê hiştin. Hem sosyalîst hem jî lîberal tevî ku bi deh hezaran cild pirtûk nivîsîne jî hînê di wê rewşê de nînin ku vê qadê rohnî bikin. Marks dest neavêt vê qadê yan jî temenê wî têrê nekir ji bo li ser vê qadê raweste, lê destneavêtina wî ya vê qadê kêmasiyeke mezin e. Di vê alozî û tevlîheviyê de para vê kêmasiyê mezin e.
Em divê li xwe mikur bên ku di xwegihandina serketinê ya serdema bazirganiyê ya navbera sedsala 15. û 18. de rola bingehîn a mekanîzmayên li derveyî ekonomiyê bû. Baş e, wê wextê ekonomî nîne, çi ye? Bi giştî ji bilî desthilatdariyê, bi taybetî jî dewlet weke îfadeya wê ya huqûqî, bêîmkan nebe jî zehmet e ku hêzek vê qadê li gorî dilê xwe bi kar bîne. Belkî jî mirov dikare behsa klîkên hêzê yên yekdestdar ên cûrbicûr bike. Lê di encamê de ev hêz jî neçar in bi desthilatdariyê yan jî bi dewletê re ya îfadeya berçav a desthilatdariyê ye, têkildar bin. Carinan mirov dikarin ji vê qadê re bibêjin qadeke pereyî ye. Pere êdî ji amûrekî bihevguhertinê yê nirxê derketiye, ya rastî, herî kêm bi qasî şûr dikare bi rola hêzê rabe. Napolyon bê sedem di warê artêşê de negotiye ‘pere, pere, pere’. Lê ev kîjan pere ye? Ev, ew pereyê ku bûye amûrê bihevguhertina nirxê nîne; ev ew pere ye ku ekonomî nîne. Ev pereyê bazirganiya mezin e, pereyê amûrê spekulasyonê ye. Pere di van qadan de bi temamî fermandar e, rêveber e. Bûrjûwazî ji ber ku li vê nuqteyê baş serwext bûye roleke girîng dide pere. Ji bo pere bibe fermandarê dewamî yê hêza civakê, kirine ku civak bi kêra selexanevan hatibe parçeparçe kirin. Civak û heta dewlet xistine halekî ku bê pereyan nikarin bijîn, nikarin dewam bikin.
Anîna civak û dewletê ya vê qonaxê belkî jî şoreşa rastî ya bûrjûwaziyê ye. Dewlet û civaka hewceyî pereyan tê wê maneyê ku êdî ketine bin fermana bûrjûwaziyê. Ji vê rewşê re ku mirov dikare bibêje şoreşa pereyan jî di dîrokê de cara pêşî di vê dema Ewrûpayê de pêk hatiye. Mînak, êdî hewce nake ku karkerek weke kole û serfekî bê girêdan. Jixwe wexta yewmiya xwe negire wê birçî bimîne. Birçîbûn wê wî mehkûmî pereyan bike. Karker xistine rewşekê ku ji bilî teslîmbûna pereyan ti çareya wî nîne. Ji lewra, ji bo peydakirin û rêvebirina karkeran, hewce nabînin weke xwediyên berê yên feodal û koledariya klasîk tevbigerin. Jixwe bi vî awayî hem mesref zêde diçe, hem jî zêde berpirsiyariyê dixwaze. Kapîtalîst jî hêza pere nîşan dide û bi vî awayî çawa dixwaze karkeran bi dest dixe û bi kar tîne.
Di mijara emtîayê de jî mirov dikare xusûsên bi heman rengî diyar bike. Emtîa weke mal, kirine ku bê pere nikare tevbigere. Her cure tevgera emtîayê têkildarî pere ye. Hilberandin, barkirin û bikaranîna emtîayê bê pere mumkin nîne. Ev jî şoreşeke mezin a kapîtalîzmê ye: ango ekonomiyê dixe bin fermandariya mutleq a pere. Ekonomî êdî di destê pere de mîna lîstokekê ye. Di ti serdemê de ekonomî evçend bi pere ve nehatiye girêdan. Li vir pere bi temamî mîna dewletekê ye. Ne bi tenê mîna wê, dewlet bi xwe ye! Û heta dewlet jî bi vî awayî bi pereyan girêdayî ye. Dewleta bê pere, karkerê bi pere xistiye rewşa mal û emtîayê. Nakok xuya bike jî dewleta dewletê ya rastî pere ye. Anîna dewletê ya vê rewşê, vedîtineke sedsala 16. a Hollanda û Ingilîstanê ye. Dewleta bi hêz hatiye afirandin. Lê ev ew dewlet e ku bi pereyan ve hatiye girêdan. Dîroknas dibêjin; Franse ji ber ku di vî warî de bi serneketiye li hemberî Ingilîstan û Hollandayê di şerê hegemonyayê de têkçûye.
Di mijara pere de em hinekî din li ser serdema fînansê guftûgo bikin, em ê pê bêtir ber xwe bibînin. Di pêşketina şaristaniya navbera sedsalên 15.-18. de bûrjûwaziya bazirgan weke aktorê herî girîng derdikeve holê û mirov dikare bandora wê li ser tevahiya civakê bi firehî guftûgo bike. Xisletên civaka bazirgan têne zanîn. Weke kesên zêde pere û faîzxur, tefekar û banker bi awayekî gelekî neyênî di bîra civakê de cih girtiye. Van kesan derba herî xedar li exlaqê xistine û di serî de wêje, di van sedsalan de huner herî zêde li ser vê mijarê sekinî. Mîna vîrusek ketibe civakê. Her wê dikeritîne. Ji asta dejenerebûna giştî ya civakê berpirsiyar tê dîtin. Têkiliyên berê yên germ û insanî li ser rûyê pere dicemidînin. Yên pereyên wan tinebin di şerê ji bo jiyanê de têkçûne. Her weha ji bo xwe mezin nîşan bide mîna berê hewcedarî bi textên zêr, sêniyên zîv, qesrên neqişandî, îhtîşam, nîşandana hêza xwe, kincên rengîn û sofreyên luks nîne. Bila bi tenê cihekî te yê tu têde pereyan hilînî hebe, bes e. Êdî yê herî mezin tu yî. Hatina vê astê, pêşketina mirovatiyê nîne. Navê wê serdema nû be jî tiştekî nû pêşkêş nake. Eger bibe nebe, bi tenê dibe bibe destpêka krîza şaristaniyê. Ji bo kesekî hurmeta xwe ya li hemberî civakê heyî, ji vê rewşê xirabtir rewşeke krîtîk û piçûk bixîne tineye.
Sermaya bazirganiyê di vê demê de ji bo qadên din zêde xwedî xwestek xuya nake. Rêjeya kara wan têra wan nake. Ti qadeke din nikare bi kara bazirganiya mezin re serî bikişîne. Cotkarî û manîfaktur kengî nêzî kara bazirganiya mezin karê dikin, dibin ji wan sektorên hînê bi wan re mijûl dibin. Ango derfeteke bi sînor a pêşketinê dibînin.
Ji aliyê dîroka siyasî ve, dema em behsa wê dikin gelekî tevlîhev û aloz derbas bûye. Ji bo bibin dewama Împaratoriya Mezin a Romayê Spanya, Franse û Awûsturya pirr dijwar xwe li hev radikişînin û ji ber ku meylên wan ên şêweyê împaratoriyên berê hene, wê nikaribin xwe ji têkçûnê xilas bikin. Di vê de têkiliya pere-dewletê bi roleke girîng rabûye. Li pey hev a Hollanda û Ingilîstan gihandiye hêza hegemonyayê hêza fermandar a pereyê bazirganiya mezin e. Wexta ku dewleta xwe bi krêdiyên bazirganan bi hêz kirin, bi xwe jî weke bazirganan tevgerandine. Dewlet û siyaseteke di warê karê de gav avêtiye heye. Hêza fermandar a pere, nexasim di avakirina artêşa deryayî û artêşên nû de ispat kirine. Di ekonomiya wan de serketina kapîtalîzmê hilberandina erzan e. Hilberandina erzan tê maneya serdestiya bazirganiyê. Bi vê jî reqîbên xwe ango dewleta bixwazin di qada navneteweyî de têk dibin. Jixwe bi pirranî jî di qada eskerî de têkçûne. Hollanda û Ingilîstanê bi şoreşên komplowarî destwerdane û vê yekê jî serdestiya wan a siyasî piştrast kiriye. Serdestiya xwe bi mêtingehên berê yên Spanî û Portekîzî yên destguherandin piştrast kirin, û li Asya û Efrîkayê jî bi destguhertinên bi heman rengî serdestiya wan a di bazirganiyê de li pey hev hatiye. Bi îttîfaqên li parzemîn Ewrûpayê Fransî bê tesîr kirin, xwesteka Awûsturyayê ji bo avakirina Împratoriya elman şikandin, û zanîn ku çawa bixwazin Çartiya Rûs bi kar bînin. Ji împaratoriyên bi hêz ên wê demê Împaratoriya Osmanî xistin pêvajoya nîv-mêtingehbûnê. Li hemberî şêweyê dewlet û hilberandina kapîtalîst serdema Osmaniyan weke xanedanên din derbas bûbû. Aqûbeta li benda Împaratoriyên Çîn û Hindê jî mêtingeh û nîv-mêtingehbûn bû. Pêvajoya tesfiyebûna şaristaniyên berê bi lez di rojeva dîrokê de bû. Tevî ku baş nedihat zanîn ya nû çi ye jî li ser navê pêşketinê her tişt bû. Mîna di her dînê nû de girêdan bi îmanê bû. Dînê xwe bazirganî, xwedayê xwe jî pere bû.”
ÇAVKANÎ: ŞARISTANIYA KAPÎTALÎST “Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaske” (PÎRTÛKA DUYEMÎN)