QENDÎL – Balafirên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Ehmed ê dikeve di navbera Zargelê û Zînî Wertê bombebaran kir.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker di saet 04.30’an de çiyayê Ehmed ê dikeve di navbera Zargelê û Zînî Wertê bombebaran kir. Herêma ku hate bombebarankirin nêzî jîngehên welatiyên gundê Zargelê ya Binarê Qendîlê û Zînî Wertê ye.
Li gorî agahiyên bi dest ketine bombebaranê gelek ziyan gihandiye jîngeha sivîlan, lê ziyana canî çênebûye.
Salene ji bo komkirina giyanê biharî welatiyên Zargelê û Zînî Wertê diçin çiyayên Ehmed.