QENDÎL – Gelê Binarê Qendîlê dijî şandina hêzê a ji bo Zînî Wertê meşiyan. Meş wê heya gundê Zergele dewam bike. Bê navber dirûşmeya ‘Bimre xiyanet’ hate qêrîn.
Aloziya ku piştî PDK’ê hêzên xwe şandin Zînî Wertê destpê kiribû, dewam dike. Xelkê Binarê Qendîlê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Qendîlê, dijî şandina hêzê a ji bo Zînî Wertê meşiyan.
Di meşê de alên PKK’ê, wêneyên Rêberê Gelan Adullah Ocalan hatin bilind kirin û bê navber dirûşmeyên ‘Bimre xiyanet’, ‘Bijî yekîtiya gelê Kurd’, ‘Derkeve derkeve leşkerên Tirk’ hatin qêrîn.
Di van saetan de meşa xelkê Qendîlê dewam dike. Tê payîn welatî heya gundê Zergelê bimeşin û liwir daxuyaniyek were dayîn.