NAVENDA NÛÇEYAN – PDK’ê bi şandina hêzek mezin a leşkerî ya Zînî Wertê aloziya çêkiribû. Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyên xwe ku dagirkeran diparêzê vê aloziyê bêhtir kur kir. Barzanî carekdin di axaftinên xwe de êrîşê Partiya Karkerên Kurdistanê kir û PKK’ê bi ne rewatiyê sûcdar kir.
Nêçîrvan ku wek cihgerê dewleta tirk a dagirker axivî, got: “PKK li Herêma Kurdistanê ne hêzek rewaye û wê ev firset jî ji bo PKK’ê neyê dayîn.”
Barzanî li şûna behsa dagirkeriya dewleta Tirk bike got; “Eger PKK bixwaze alîkariya Herêma Kurdistanê bike, divê Herêma Kurdistanê vale bike. Hebûna PKK’ê di vê demê de ji bo Herêma Kurdistanê pirsgirêkan çêdike.”