REWANDIZ – Hat ragihandin ku PDK’ê karwanek leşkerî ku ji 50 wesayitan pêk tê, şandiye gundê Gerewan ê li nêzî Çiyayê Karox. Hêza leşkerî piştî demekê vegeriya.
Di demeke ku aloziya Zînî Wertê dom dike û nerazîbûna raya giştî ya Kurd bilind dibe de, ji herêmê agahiyên metirsiyan zêdetir dikin, tên.
Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên herêma Rewandizê hatine girtin, PDK’ê hêzek leşkerî şandiye gundê Gerewan ê girêdayî navçeya Rewandiz.
Çavkaniyan ragihandin ku hêza leşkerî ji 50 wesayîtan pêk tê û piştî li herêmê geriyaye, careke din vegeriya ye.
Gundê Gerewan girêdayî navçeya Rewandiz a Hewlêrê ye û 5 kîlometre nêzî Çiyayê Karox e.