WAN – Li Taxa Xaçortê ya Rêya Hevrîşm a Wanê ji ber bomberdûmankirina herêma Zînî Wertê ciwanan artêşa Tirk a dagirker û PDK a ku sewqiyata leşkerî kiriye, şermezar kirin.
Ciwanan duh êvarî li ser rêyan barîkat danîn, agir dadan. Polîsên dagirker êrîşî ciwanan kir.
Di êrîşê de 5 ciwan hatin binçavkirin. Navê ciwanan nehate hînbûn. Hate diyarkirin ku polîsên Tirk êşkence li ciwanan kiriye.