NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Giştî ya YRD’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku rojnamevanên Kurd wê zexta hêzên dagirker a li ser navgînên çapemeniyê qebûl nekin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Çapemeniya azad û demokratîk li dijî her şêwe zext û zordariya faşîzmê ji pîvanên xwe venagere û têkoşîna xwe didomîne.”
ROJNAMEYA DESTPÊKÊ YA KURD KU BERIYA 122 SALAN ÇAP BÛ
Daxuyaniya YRD’ê wiha ye:
“Bi wesîleya çapbûna yekemîn rojnameya Kurd di sala 1898’an de li Qahîreyê, roja 22’ê Nîsanê weke Roja Rojnamevanên Kurd hate ragihandin. Dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên qirkerî û mêtingeriyê yên li dijî Kurdan, mîna ku li her qadê dimeşîne, li qada çapemenî û weşanê jî bi rengekî berfireh dewam kir. Destûr neda ku weşan û navgînên ku cih bide ziman, nêrîna siyasî û çanda Kurdan, ku bên weşandin. Her ku berxwedana Kurdan a ku ji bo hebûnê têdikoşin dewam kir, li qada çapemenî-weşanê jî xeteke demokratîk û azad afirî û ev kevneşopî gihîşt vê serdemê.
SERDEMA NÛ YA BI SERXWEBÛNÊ DEST PÊ KIR
Ji aliyê rojnamevaniya Kurdistanê û dîroka wê ya çapemenî-weşanê ve, ji rojnameya Kurdistanê heta kovara Hewarê û rojnameya Îlerî Yûrt pêvajoyek derbas bû. Lê belê bi rojnameya Serxwebûnê re ku Cotmeha sala 1978’an hejmara wê ya destpêkê çap bû, dîroka çapemeniya Kurd bû xwedî nasnameyeke demokratîk û azad. Her ku têkoşîna hebûnê ya Kurdan veguherî têkoşîna azadiyê, nasnameya çapemeniya azad û demokratîk jî bû xwedî karakterekî civakî, rêxistinî û xurt û bi berdêlên giran kevneşopiyeke qewîn hate afirandin. Bi navê Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) em 22’ê Nîsanê Rojna Rojnamevanên Kurdistanê weke dîrokekê dibînin ku kevneşopiya Serxwebûnê hîn bi xurtî dikare bê domandin.
TELEVÎZYONA DESTPÊKÊ YA KURD
Bi vê wesîleyê, em bi rêzdarî û bi hezkirinê Rêber Apo silav dikin, ku di afirandina kevneşopiya çapemeniya azad de keda xwe mezin e, di avakirina televîzyona destpêkê ya Kurd Med TV û televîzyonkariya Kurd de bi hesasiyeteke mezin ked da, ji aliyê îdeolojîk, teorîk û fikrî ve rê nîşan da, pêşî li pêşketina çapemeniya nivîskî, guhdarî û dîtbarî vekir û di nava şert û mercên giran ên Îmraliyê de silavên xwe ji kedkarên çapemeniyê re şand. Ji Apê Mûsayan heta Mazlûm Dogan, Gûrbetellî Ersoz, Selçûk Şahan, Denîz Firat, Qadrî Bagdû, Nûjiyan Erhan, Rizgar Denîz, Seed Ehmed û Mihemed Hisên Reşo û bi dehan şehîdên me yên çapemeniyê bi minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê pênûs, mîkrofon û kameraya wan li erdê nehêlin.
DI DEMA VÎRÛSA KORONAYÊ DE WEZÎFEYÊN MEZIN DIKEVIN SER MILÊ KEDKARÊN ÇAPEMENIYÊ
Di vê demê de ku cîhan li dijî vîrûsa koronayê têdikoşe, ji bo agahdarkirina civakê wezîfeyên girîng dikevin ser milê kedkarên çapemeniyê. Beriya her tiştî berpirsyariya bingehîn a çapemeniya azad e ku ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo bixebite, têbikoşe û hişmendiya wê yekê biafirîne ku ev yek nirxê sosyalîst demokratîk e û xizmetê ji tevahiya mirovahiyê re dike. Li gel vê yekê ji berpirsyariyên me ne ku em karakterê nexweş ê sîstema modernîst kapîtalîst eşkere bikin ku li nava civakê nexweşiyan belav dike û di vê mijarê de civakê agahdar bikin. Wezîfeya me ye ku em civakê ji kapîtalîzmê û nexweşiyên wê biparêzin, bikin ku civak bi nirxên xwe û hêza xwe hebûna xwe bidomîne û hişmendiya ‘tunekirina xwezayê tunekirina mirovahiyê ye’ bidin civakê. Her wiha wezîfeya me ye ku li dijî bikaranîna bêserûber a xwezayê ji bo qezencê, seknekê biafirînin, feraseta ku jiyana bi hev re biafirînin, li dijî bajarên mezin ên bûne mîna kanserê jiyana li gundan û li xakê ava bikin. Erka me ye ku em têkoşîna veguherîna civakî ya azadiya jinê bimeşînin û hewl bidin hişmendiya vê yekê bikin şêweyê jiyana bingehîn. Her wiha wezîfeya me ye ku em hişmendiya jiyana azad, xweser a civakên etnîkî û baweriyê biafirînin. Afirandina hişmendiya jiyaneke zarokan a bi çand û zimanê xwe wezîfeya me ye.”
‘LI TIRKIYEYÊ SÛCÊ HERÎ GIRAN ROJNAMEVANTÎ YE’
Di dewama daxuyaniyê de işaret bi zext û zordariya dewleta Tirk hat ekirin û hate gotin, “Li Tirkiyeyê sûcê herî giran ew e ku mirov rastiyê nîşanî civakê bikin, yanî rojnamevantî ye. Ji ber vê yekê bi sedan rojnamevan li zindanan e. Li dinyayê Tirkiye yek ji welatên sereke ye ku herî zêde rojnamevan lê girtî ne. Li tevahiya cîhanê ku bi wesîleya vîrûsa koronayê girtî tên berdan, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê di serî de rojnamevan her kesên bi rengekî azad difikirin li zindanê dihêle, wan mehkûmî mirinê dike û qanûneke înfazê ya bi vî rengî amade kir. Bi vê qanûnê re biryara qetilkirina rojnamevanan hate dayin. Çapemeniya azad û demokratîk, li dijî vê desthilatdariya ku biryara komkujiyê daye wê têkoşîna xwe heta hilweşandina vê desthilatdariyê bidomîne.
Di serî de rojnamevan sazî û navgînên çapemenî û weşanê hemû di nava astengî û zehmetiyan de ye. Lê belê wezîfeya bingehîn a çapemeniya azad e ku van zor û zehmetiyan têk bibe, kelehên modernîteya kapîtalîst têk bibe, xefikên lîberalîzmê bibîne, nekeve nava van xefikan û xefikan ji hev bixe.
TAWÎZ WÊ NEYÊ DAYIN
Çapemeniya azad û demokratîk li dijî zexta faşîzmê ji pîvanên xwe tawîzê nade û rêya xwe dewam dike. Bi nûçeyên xwe, bi analîzên xwe, bi dîmen û wêneyên xwe li dijî faşîzmê têkoşîneke mezin dimeşîne û dikin ku rastiyên di nava tarîtiyê de hatine hiştin ronî bibin. Di serî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wê têkoşîna xwe ya li dijî zilm û zordariyê li her qadê dewam bike. Şopdarên kevneşopiya çapemeniya azad wê li çar parçeyên Kurdistanê û her devera cîhanê israra xwe ya di kevneşopiya çapemeniya demokratîk û azad de bidomînin. Ev têkoşîn wê heta hilweşîna faşîzmê, heta azadiya Rêber Apo, avabûna Kurdistana azad û demokratîk dewam bike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di avakirina civaka demokratîk de wê bi roleke girîng rabe û êrişên hêzên mêtinger û qirker ji civakê re ragihîne. Li Rojhilatê Kurdistanê wê her tim bibe dengê civakê. Wê zextên hêzên serdest ên li ser navgînên çapemenî û weşanê yên Kurd qebûl neke, têkoşîna xwe ya eşkerekirina rastiyan heta demokratîkkirina Başûrê Kurdistanê bidomîne.
Li ser vê bingehê em careke din Roja Rojnamevanên Kurdistanê li rojnamevanên Kurdistanê hemûyan ên têkoşîna azadiyê dimeşînin pîroz dikin, ji Mazlûm Dogan heta Gûrbetelliyan li pêşberî bîranîna şehîdên kedkarên çapemeniyê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û bang dikin ku ji bo bîranîna wan karê şoreşgerî bê meşandin. Bi hêviya serketinê.”