LEZGÎN – “Em ê çalakiyên xwe yên Tolhildanê geştir bikin”

Yekîneyên Tolhildanê li gelek herêmên Stenbolê çalakî li dar xistin û gotin “Em ê her dem çalakiyan li dar bixin. Em ê berxwedana xwe ya xweparastinê geştir bikin.”

STENBOL – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan îro daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin “Dewleta Tirk a dagirker û kujer tecrîda li ser Rêber Apo û li ser hemû gelê Kurd zêde dike û êrîşî hebûna gelê Kurd dike.”

‘EM Ê HER DEM ÇALAKIYAN LI DAR BIXIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em şervanên tolhildanê li dijî şerê dewleta Tirk a li ser gelê Kurd, em ê her dem û li her derê çalakiyan li dar bixin û berxwedana xweparastinê geştir bikin. Faşîzma AKP û MHP’ê ya ku vîruseke herî talûke ye, wê biçe ser sergoyê dîrokê. Wê têkoşîna gelê Kurd a mafdar bi ser bikeve. Rêber Apo got, “Her tişt li gorî têkoşîna we ye’. Li ser vî esasî em şervanên tolhildanê jî, em ê vê têkoşînê geştir bikin û li dijî dagirker, hevkar û kujerên gelê xwe çalakiyên xwe yên tolhildanê zêdetir bikin. Em bîlançoya çalakiyên xwe yên ji 24’ê Adarê heta 20’ê Nîsanê eşkere dikin

ÇALAKÎ

Endamên me di 20’ê Nîsanê de li Taxa Kîrazli ya Bagcilara Stenbolê li dijî wesayîteke polîsên sivîl çalakiyeke sabotajê li dar xist. Vê wesayîta polîsan şewiti û bû xwelî.

Di 20’ê Nîsanê de 2 wesayîtên aîdî faşîstên AKP’ê yên li Taxên Bagcilar û Demîrkapiya Stenbolê hatin şewitandin.

Di 12’ê Nîsanê de li Bagcilara Stenbolê li dijî depoyeke şîrketeke faşîstan a ku alavên avahiyan difiroşe saet di 19.00’an de çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de depo û alavên tê de îmha bû.

Di 1’ê Nîsanê de li Beyoglûya Stenbolê endamên me bi şev li dijî aşxaneya faşîstekî MHP’ê çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di heman wextê de li dijî mala xwediyên aşxaneyê jî çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Aşxane û mal bûn xwelî.

Di 2’ê Nîsanê de li Beyoglûya Stenbolê endamên me di destê sibehê de li jî karxaneyeke AKP û MHP’yiyan çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de beşeke karxaneyê şewitî.

Di 30’ê Adarê de endamên me li Alîbeykoya Eyuba Stenbolê saet di 01.30’an de li dijî avahiyeke 2 kat a endamên AKP’ê çalakiyeke sabotajê li dar xist.

Di 24’ê Adarê de li Beylîkduzuya Stenbolê saet di 10.00’an de li dijî sîteyeke AKP û MHP’yiyan çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 katên sîteyê şewitî.”

Nivîsa Pêş