Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
“Bi pirranî pêvajoya îndustriyê û şoreşa pîşesaziyê wekhev tên dîtin. Lê tevahiya dîrokê îndustrî her hebû û heta verotina kevirê pêşî jî îndustrî yan jî pîşesazî ye. Keşfa cotkariyê di qada xwe de şoreşeke pîşesaziyê ye. Zenaetkarî pîşesaziyek e. Der barê hilberînê de vedîtina her amûr, agahî û rêbazê di pîşesaziyê de pêşketinek e. Bi tenê cinsê mirov ji bo têrxwarin, cilûberg û vehewînê (bicihûwarbûnê) hilberandinê bi amûran pêk tîne. Pîşesazî, ango bi amûran hilberandin xweserî mirov e.
Di dawiya sedsala 18. de li welatê hegemonîk ê Ewrûpayê Ingilîstanê diyardeyek pêk hat, ya rastî ji vê diyardeyê re pêşengî dihat kirin. Ev diyarde xelekeke girîng a nûbûnan e ku demeke dirêj dewam dikin.. Gerandina çerxa makîneyan bi enerjiya bi hilm û dûkelê îfadeyeke sembolîk e. Naxwe hêza makîne û hilmê ji mêj ve dihat zanîn, dihat bi kar anîn. Li Hollanda û Ingilîstanê pêşengiya di warê manîfaktur û cotkariyê de berê hatibû bi destxistin. Hilberandina herî erzan û girseyî dihat kirin. Ev jî şoreşa pîşesaziyê dihat hesibandin. Di serî de Franse û Îtalya di îndustriyê de ne kêm bûn. Erzantî û girseyetî avantajek bû. Di bingehê hegemonyadariyê de ev diyarde heye. Girîngiya pîşesaziyê ku di sedsala 19. de gava mezin avêt, kar bû, ango ji bo sermaye bi dest bixe û karê bike, li rêza pêş cih girt. Bûyera jêre şoreş hat gotin jî ew bû ku li gorî kara ji bazirganî û cotkariyê dihat, kara ji hilberandina pîşesaziyê hat bi lez mezin bû. Di dîrokê de hilberandina di warê pîşesaziyê de cara yekemîn pêşengî bi dest dixist. Di cewherê şoreşê de ev diyarde heye. Li gorî rêûresmê cotkarî û dezgevanî qadên hilberandinê bûn. Bazirganî li ser hilberandina zêde ya van herdu qadan bi şêweyê kirînûfirotina metayê dihat kirin. Tevgera jêre ekonomî jî dihat gotin di cewherê xwe de ev bû.
Eger em bi tenê ji aliyê hilberandinê ve binêrin em nikarinzêde ti ştekî ji şoreşa pîşezasiyê fêhm bikin. Çi ji aliyê cûrbicûriyê ve, çi jî ji aliyê pirraniyê ve em bi diyardeya hilberandinê re rûbirû dibin. Û heta ku mirov dikare bibêje; mirovatiyê ji şoreşa cotkariyê mezintir şoreş nedît, ji aliyê dem û girîngiyê ve ti şoreş negihişt şoreşa cotkariyê. Ji lewra girîngiya şoreşa pîşesaziyê di tiştekî din de ye. Ne di tiştekî de di gelek tiştan de ye.
1-Di dîrokê de cara pêşî hilberandina bajaran ji ya gundan dibihure. Pîşekarê hezar salan weke hilberînerekî bi koka xwe bajarî timî weke alîkarê hilberînerê gundan bû. Bi gundan ve girêdayî bû. Ew nebûya jî gundan dikarîbû xwe dewam bikira. Şoreşa pîşesaziyê ya sedsala 19. piştî hezarê salan rêveçûna pêvajoyê berevajî kir. Eger em sedsalên 15.-19. di weznekê de bihesibînin, sedsala 19. ev wezin bi timamî li aliyê pîşesaziyê giran kiriye. Ev rewş nû ye û wê gelek encamên girîng bi xwe re bîne.
2-Nûbûneke hînê girîngtir di qada civakî de ye. Civaka bajêr dikeve pêşiya civaka gundan. Civakên bajaran berê bi awayekî besît bi ser civaka gundan ve bûn, lê şoreşa pîşesaziyê hêza civaka bajêr bi awayekî nedîtî zêde kiriye. Civaka gundan êdî bi tevahî avahiyên xwe yên jor û jêr diket bin hukmê civaka bajêr. Mîna ku şêweyekî diyalektîka mêtingehî di navbera gund û bajêr de çêdibû. Civaka bajêr destpêkiriye êdî civaka gund dike mêtingeh. Ji qada îdeolojîk bigirin heta qada amûrên hilberandinê, ji exlaqê wê bigirin heta bi qada hunerê bajar gund bi awayekî eşkere ji xwe re dike mêtingeh. Şoreşa zêhniyetê bi lez rê li serdestiya bajêr a li ser gund vedikir.
3-Ji aliyê çînî ve jî mirov dikare behsa veguherînên dîrokî bike. Bi şoreşa pîşesaziyê re bûrjûwazî tê astekê ku serdestiya xwe ya li hemberî tevahiya çîn û tebeqeyan îlan dike. Bûrjûwaziyê çîna karker jî kir yêdeka xwe û li hemberî dema feodal û beşên ji pîşekariyê mayî weke xwediyê paradîgmayê, yê dizane modern bijî, xwediyê bi tenê yê rastiyan û yê herî pêşketî bû; bi mîtolojî, dîn, felsefe û zanista xwe, ew civak, netewe û dîrok bi xwe bû. Yên din jixwe bûbûn mazî û yên mayî jî weke nirxên divê li muzeyan bimînin bûn.
4-Zanist cara pêşî bi şoreşa pîşesaziyê re bi plan beşdarî hilberandinê dibe. Teknîkên zanist û hilberandinê berê bi awayekî cihê her yek di cihoka xwe de diherikî, pêş diket. Bi şoreşa pîşesaziyê re cara pêşî dest dan hevdu. Zanist êdî ne armanc bû, ketibû rewşa amûrekî. Kengî zanist kirin amûr hingî bi awayekî ciddî ketin û serberjêrçûna civakê jî pêre dest pê kir.
5-Kara ji pîşesaziyê ji rêjeya kara qadên din gelekî bihurî. Aktorên nû yên civakê pîşekar bûn. Pîşesazî di her qadê de dihat menaya serketina stratejîk û yê ev sîleh di destê xwe de digirt, pişta wî nedihat erdê. Bazirganî jî serdestiya xwe ji dest dabû. Cotkar jî êdî ketibûn rewşa rencberan.
6-Encamên şoreşa pîşesaziyê hînê girîngtir bûn. Ji aliyekî ve rê li dewleta neteweye vekir, li aliyê din jî ber bi derve jî çûna ber bi emperyalîzmê ve dest pê kir. Li gorî mêtingeriyê li ser rûyê dinyayê meşeke bêhtir sîstemkirî heye. Welat an jî welatên pîşesaz ên bi rola kilît radibin êdî wê duyemîn pêngava mezin a global li ser dinyayê ferz bikin. Mêtingerî ku pêngava yekemîn bû, tevî ku bi zehmetiyan re rûbirû bû jî rêbazeke berhemdar a serdestiyê nebû. Mêtingerî bi îxraca sermayeyê bi hevkarên xwecihî dihat teqwiyekirin. Emperyalîzma kapîtalîzmê li ser hîmê şoreşa pîşesaziyê xwedî îmkan xuya dikir.
Çawa ku tê dîtin, encamên şoreşa pîşesaziyê gelekî berfireh bûn. Encamên siyasî û civakî yên şoreşê herî kêm bi qasî encamên wê yên ekonomîk bi tesîr bûn. Ya serketina şaristaniya Ewrûpayê vebirrî kir pêngavên pêşîsaziyê di sedsala 19. de bûn.
Di girtina dest a şoreşa îndustiriyê de rexnekirina hin têgihiştinan girîng e. Ya pêşî ew e ku şoreşa îndustriyê bi kapîtalîzmê re yek tê dîtin. Mîna ku îndustrî yekser weke encameke kapîtalîzmê tê fêhmkirin. Divê mirov vê têgihiştinê bişkîne. Weke Ronesans, Reformasyon û Rohnîbûnê şoreşa îndustriyê jî pêvajoyeke xwe ya xweser a dîrokî û civakî heye. Ango encameke ketî ser hev a civakî dîrokî ye.
Bi giştî yekdestdariya dewletê, bi taybetî jî yekdestdarên kapîtalîst ew sazî ne, ku timî hûrûkûr li ser nirx û berhemên zêde radiwestin. Li çi deverê daneheveke zêde hebe, mîna qirakên berateyan yekser bêhna wê dikin û li ser dipiçikin. Divê mijarê bêvla wan gelekî nazik e, û baş bêhnê dike. Ne mumkin bû ku nehatana dîtin, çawa enerjî û makîne xwe bi xwe dixebitin û di warê hilberandinê de rê li çavkaniyeke mezin a karê vedikin. Di mijara pîşesaziyê de ya sermayê kir ew bû ku ev herdu diyarde bi qadên berhemdar ên karê ve girê da.
Enerjî cara pêşî bû ku ji hêza milan rizgar dibû. Makîne têra xwe techîzkirîbûn ku bi rola milan rabin. Di warê çavkaniyên enerjiyên nû de ji bilî hilmê, ji komir, petrol, elektrîk û avê jî enerjî hat bi destxistin û ev yek şoreşeke rastî bû. Kengî sîstema makîneyan a xwe bi xwe dixebite bi cureyên nû yên enerjiyê re gihişt hev, êdî hilberandin mîna goleke biteqe zêde bû. Ev şêweyên makîne û enerjiyê yên heta roja me ya îro tevî bi mîlyonan celebên xwe, civakê û xwezayê hê jî bi lezeke mirov tê dernaxe wê heta bi ku biçe, bi giranî bandorên neçê dike, ji hev dixe, dide parçekirin û belav kirin. Sermayeyê ev yek weke firsendeke mezin a dîrokê nirxand û şêweyên mezin ên nedîtî yên desthilatdariyê li serê civak û xwezayê gerandin û pêk tîne. Civak û xweza bi êrîşên nedîtî yên sermayê re rûbirû ne. Parastina civak û xwezayê ji çînayetî û têkoşîneke civakî wêdetir veguheriye pirsgirêkeke ontolojîk ango pirsgirêkeke man û hebûnê. Em bi çend mînakên bûyeran dikarin vê feraziya xwe berçav bikin.
a-Bajar bi kansêr dibin, gund hildiweşin. Dualîteyên civak û xwezayê, hem di nava xwe de, hem jî di navbera xwe de ji şêweyekî jiyanê têne derxistin. Em bi bûyereke welê re rûbirû dibin ku civaka nexweşketî û xwezaya ekolojîk êdî nabe ku dewam bikin. Ji şêweyekî hebûnê ango ontolojîk ê mirov têde dijîn wêdetir civakê vediguherînin parçeyekî dezgeha makîneya sîstema tehakum û mêtingeriyê. Bi şêwazekî ku di ti dema şaristaniyê de nehatiye dîtin, ferd, civak û xweza berdan hevdu, xwezaya têde wezna di navbera ekolojî û ferdiyetê de xira bûye weke tesîra êrîşên dijber ji civak û ekolojiya hawîrdorê tolê hiltîne. Ji aliyê bijîşkî ve bi sedan mînakan piştrast bûye ku kansêra ferdî bi koka xwe bûyereke civakî ye. Em di vî warî de dikarin behsa cixarê bikin. Civak bi kansêrê ditamije û yek ji sedemên bingehîn ê kansêrê cixarekêşiye. (Modernîte cixare kişandinê sor dike û sektora tûtinê yek ji çavkaniya karê ya kapîtalîzmê ye) Em wexta vê li ber çav bigirin, em dikarin behsa kansêrbûna civakê bikin û wê bê fêhmkirin ku ev têgîndanîneke rast e. Êdî kirine ku civak çarçoveyeke jiyanê nebe.
Gefa herî mezin a îndustriyalîzmê ango îndustriyalîzma bi tenê ji bo karê tevdigere, gihiştiye asta dijberiya civakê bike. Yek ji mijarên Marksîzm têde kêm maye, ev mijar e. Ji ber şêweyê pêkhatina wê ya pozîtîvîst, civaka îndustriyê weke diyardeyeke îdeal nîşan dide û bêyî îttîraz bike qebûl dike û heta dixe şûna xwedê. Ji ber ku wer dihesibîne; çîna karker bêyî wê nabe û nikare bibe. Di cewherê teoriya wê de ev heye. Rexneyeke piçûk li îndustriyê nake, li hemberî vê, tevna fabrîke û makîneyan bêsînor mezin dike. Mirov bi hêsayî dikare bibêje; di avakirina dînê bi navê îndustriyalîzmê de para Marksîstan jî herî kêm bi qasî ya kapîtalîstan heye. Îndustriyalîzm herî kêm bi qasî Levîathanê dewleta netewe, niha ji mêj ve bûye Levîathanekî global.
Bajar bingehê tevîneka şaneyên kansêrbûna civakî pêk tîne. Em li ser dîrokçeya damezrandin û pozîsyona bajaran rawestiyabûn, lê tevî vê jî em neçar in têkiliya bajaran bi pêşketina civakî re timûtim bigirin dest û li ser rawestin. Herçend bajar şêweyekî civakê be jî diyardeyeke çînîkirinê û biryargeha dewletbûnê ye. Bi giştî tê qebûlkirin ku ev sê diyardeyên bingehîn têne maneya şaristanîbûnê ango civakên çînî, dewletî û bajarî têne maneya şaristaniyê. Bê sedem ji şaristaniyê re ‘medeniyet’ negotine. Gotineke erebî ye, û tê maneya bajarî, ya xweserî bajar û jiyana bajar. Civilisation jî nêzî vê maneyê ye.
Li aliyê din, mirov bajar bi tenê weke diyardeyeke şaristaniyê bibîne, ev yek ê nêzîkbûneke teng be. Ne lazim e bajar şaristanî û mekanê şaristaniyê be. Çawa ku gund diyardeyeke dîrokî ya damezrandina civakî ya jiyanê ye, mirov dikare bajêr jî di heman çavçoveyê de şîrove bike. Bêguman, ne dibe ku civak timî dişikeft û berqefan de bihewiya, ne jî neçar bû ku ji gundan derneketa. Diviyabû jiyaneke ji şikeft û gundan bibihure û mekanên wê bihatana avakirin. Bajar di encama van lêgerînan de di dîrokê de cihê xwe dît. Di pêşketina mejiyê analîtîk de rola bajêr girîng e. Bajar weke mekanê civaka têkiliyên wê tevlîhev û zêde di zikhev de mejiyê analîtîk ferz dike. Neçar dike. Pirsgirêkên civakê zêde dibin û divê çareseriya wan bi mejî bibe, ji lewra jî mirov fêhm dike ka çima beşê pêwendîdar ê mejî bi şêweyê analîtîk pêşketiye. Jixwe civak bi xwe vî cureyê mejî ferz dike. Bajar jî wî derdixîne asta jor. Mirov dikare bajar weke mekanê hewcedariya hevbeş ê komên gundan jî bi nav bike.
Ev xusûs gelekî girîng e. Em felsefeya damezrandina bajêr di vê diyardeyê de dibînin. Em nikarin bajaran weke avahiyên bê gund bifikirin. Em dikarin vê têgihiştina ku gelekî belav e, û hînê nav lê nehatiye kirin weke bajarîtiyê binirxînin. Di cewherê wê de bajar li dijî gund bi cih dike. Felaket jî bi vê têgihiştinê re têkildar e. Bicihkirina bajar li dijî gund, ji têgihiştinekê wêdetir meylek e ku em di nava pêşketina dîrokî de wê nas dikin: bajar weke diyardeyeke li dijî gund dibîne û bi vî rengî dinirxîne. Ya rastî, di felsefeya damezrandina bajar û hîmê wê yê dîrokî de meyla çîneke teng û têgihiştina dewletdaran heye. Ev helwesta li dijî gund tê maneya berhemê zêde û desthilatdariyê ku di kûrahiya şaristaniyê de cih girtiye. Di tevahiya dîrokê de ji ber helwesta vê têgihiştinê, gund piçûk hatiye dîtin, piçûk hatiye xistin, nezan, bêîdrak, ji nazikbûnê bêpar û çor hatiye binavkirin. Dewlet û bajar li hemberî gund û jiyana li derveyî wan, ango bi pirranî li dijî eşîr û qebîleyên li derveyî bajaran weke ku hevdu girtine xuya dikin. Nakokiyên di navbera civaka gund û bajar de bi awayekî neheq û bi awayekî bajar ji felsefeya rastî ya damezrandina wî dûr bixe, berevajî bike û bi pirsgirêk bike anî heta roja me ya îro.
Ya rastî mirov dikare bajar û gundan weke mekanên hevdu xwedî dikin (simbiyotîk), weke qadên jiyanê yên dest ji wan nabin, di weznekê de û li hev ava bike. Nemaze mirov dikare di navbera herduyan de, bi giştî wezneke ekolojîk di navbera şêniyên civaka bajar û şêniyên civaka gund de deyne û ev yek ê herî îdeal bûya. Yek ji texrîbatên herî mezin ê şaristaniyê ew e ku bajar li dijî gundan mezin kiriye, weke navend û mekanekî mêtingeh û serdestiyê hiştiye. Li ser vî hîmî rola bajêr berevajî kiriye. Ango bajar ji kêrhatina wan a rastî anîne xwarê. Bi serê xwe ji bo ev qad bigihîje felsefeya xwe ya rastî ya damezrandinê hewcedarî bi çalakiyeke mezin a civakî heye.
Encameke din ku em karin ji dîroka bajêr derxînin ev e; bêyî ku li têkiliya xwe ya bi hawîrdorê re binêre mîna ûra kansêrê belav û mezin dibe. Bersiva pirsa ka ‘divê sînor û mekanê wê heta bi ku be’ nade. Mentiqê bajêr ê hatiye berevajîkirin û şaristaniyên di bin vî mentiqî de gihiştine, berevajiyê tê zanîn, ne berhemekî aqil, ên bê aqiliyê ne. Ya rastî, berhemên aqlê analîtîk in ku têkiliya xwe ji his û jiyanê qut e, û dişibe dengê ji tenekeyê tê. Ast û şaxên felaketê, bi awayekî muhtemel pêşî li wan nayên girtin îro hînê baştir têne fêhmkirin. Bajar dîsa jî di serdemên pêşî de avahiyên bi heybet bûn. Mirovan aqlê selîm hînê ewçend ji dest bernedabûn. Di şaristaniya Sumer û Misrê de nakokiyên bi civaka gund û xwezayê re hînê kûr nebûbûn. Giraniya weznê hînê li aliyê civakên li derveyî bajaran bûn. Bajarên li derve û hundirê kelhan mezin dibûn ji aliyê zemînê xwe ve bi cotkariyê re yekpare bûn. Şêniyên wan kêm caran ji sed hezaran dibihurîn. Belkî jî bi tenê çend paytext karîbûn bigihêjin wê astê. Qirêjkirina hawîrdorê di wê astê de nebû ku bibe pirsgirêk. Mîmariyeke wan a manedar hebû. Bi awayekî organîk hevdu temam dikirin. Di şaristaniya Greko-Romen de perestgeh, bazar, meclîs, holên şanoyê û jîmnasyûm bi mîmariyeke bi pîvan û bi heybet bûn. Sekû, bernig û baxçe, bi nîzama malê re bi awayekî yekparebûnê temam bikin li hev dikirin. Bermahiyên van bajaran hînê jî heyecan û aramiyeke kûr diafirînin. Diyar e ku mekanê behsa wan tê kirin, xwedî maneyeke felsefî û naverokeke pîroziyê bûn.
Di serdema navîn de herçend yekparebûna bi bazirganiyê re xira bibe jî dewam kir. Bandora çanda manewî ya giraniya xwe hebû mîmariya dînî derxist pêş. Hecm û şêniyên wan ti carî negihiştin wê astê ku gefan li jiyanê bixwin. Bi jiyana li derve û ya gundan re timî nêzî weznekê bûn. Bi giranî hevdu temam dikirin. Girîngiya cotkariyê, pîşekariya bajêr jî kir karekî pêşketî. Pîşekar hewcedarî gundiyan, gundî jî hewcedarî pîşekaran bûn. Ji nakokiyê wêdetir di navbera wan de yekparebûneke organîk hebû. Rîska wan a bi tenê felaketên weke erdhej, hişkesalî û şer bûn. Nîzama wan a kele û bircan heybeta xwe dewam dikir. Bazirganiya mezin hînê di wê astê de nebû ku pîşekar û gundan daqurtîne. Bazirganî weke sektoreke ekonomiyê normal li ser rêya xwe bû. Di navbera sedsalên 13. û 16. de bajarên Îtalyayê bi bandora Ronesansê jî nûnerên dawî yê vê demê ne. Venedîk, Cenova û Floransa mîna ku di navbera şaristaniya klasîk û şaristaniya serdema nû de bi rola pirê radibin û digihînin hevdu.
Bi serdema nû re bajartiyê dest pê kir maneyên nû di nava xwe de hewandin. Serweriya bazarê li aso xuya dikir. Bazirganiyê her ku diçû giraniya xwe nîşan dida. Wezna dîrokî hêdî hêdî ne li aliyê gund û jiyana li derveyî bajaran giran dibû. Mîmariyeke bajêr a li gorî pêdiviyên bazirgan derdiket pêş. Têkiliya di navbera jiyan û hawîrdorê de ji dest diçû, zêhniyeta karê her tişt destnîşan dikir. Di serî de Parîs, London, Amsterdam û Hambûrg bajarên dihatin avakirin mohra serdema nû û merkantîlîzmê li ser wan hebû. Bajarên serdema bazirganiyê hem ji têgihiştina bajarên klasîk cihê dibûn, hem jî nakokiyên xwe yên bi civaka gund û xwezayê re bi lez didan der. Bajar weke baregeha bingehîn a Levîathanê modern pençên xwe dirêjî tevahiya civak û qadên hawîrdorê dikir. Serdema îndustriyalîzmê mirina bajêr e. Aliyê herî balkêş jî ew e ku nexweşiya kansêrê ya biyolojîk jî bi giranî nexweşiyeke bajêr e. Ji sedî sed têkiliya kansêrê bi bajar re heye, bajarê civaka xwe nexweş dike.
Şoreşa pîşesaziyê ya bi sedsala 19. re bi lez pêş ket, pêşî li civakê ango li navenda lê ji dayik bûyî da. Avahiyên mezin ên pîşesaziyê li bajaran kom bi kom zêde bûn, ev zêdebûna wan ne ku ji ber hewcedariyê bû, bi tenê ev ji hewcedariya bi karê bû. Li keviyên bajaran avahiyên bê serûber ji bo mayîna koleyên modern proleteran bûn. Bajar xerîbê van meskenan bûn. Mêtingehbûna civakên li derveyî bajaran û gundan temsîl dikirin. Ji tevgera kolonîkirinê ya serdema bazirganiyê xeternaktir weke kolonîkirineke hundirîn bajarên bê serûber û li keviyan çêkirin. Çi xwedî kar, çi jî bê kar, deverên behsa wan tê kirin ji îndustriyê re kewarên kedê bûn. Ji bo bazirgan kewar çi be, ji bo pîşesazan jî keviyên bajaran û kolanên xizanan heman tişt in. Girêdayî vê diyardeyê gelek diyardeyên din ên ne li rê bi vê re çêkirin. Ji bo fabrîkeyan, fabrîkokan bajar dagir dikirin. Têgihiştina modela serdema klasîk hat jibîrkirin. Bajar bûn navendên daqurtandina civakê. Di dawiya sedsala 19. de polîtîka bajêr a îndustriyalîzmê di bin tebeqeya mijê de bi zor û zehmetî bêhn dida û distend. Di dîrokê de cara pêşî bajarên bi mîlyonan bêne îfadekirin bejna xwe nîşan didan. Kesên ji mîmariyê fêhm bikin, baş dizanin ku ne mîlyon, bajarên di ser nîv mîlyonê re jî wê kêrhatî nebin. Wexta ku bajar bû mîlyon an jî jê wêdetir çû, êdî asta krîza nexweşiyê derketiye holê.
Diyardeya jêre kansêrbûn tê gotin ew e ku şaneyek, bi şêwazekî tevahiya bunyeyê zevt bike, mezin dibe. Di rewşeke bi vî rengî de ji ber ku organên din ên hucreyê bi kêr nayên, nexweş dimire. Mezinbûna bajêr jî ji bo civakê encamên bi heman rengî bi xwe re tîne. Aliyên civakî û dîrokî yên diyardeyan jî heye. Kengî aliyek weke aşûtê mezin bibe û bê, wê wextê kansêrbûnê dest pê kiriye. Bajarên bûne mîlyon û tew ji bajarên ji deh mîlyonan bihurîne êdî ji civakbûnê derketine; ya girse jêre tê gotin êdî bûye civaka keriyan. Çawa ku kerî gov û axuran tijî dikin, gotina herî baş a tijîbûna bajaran îfade bike jî axur e. Mirovên dibin mîna keriyan, axur û govan tijî dikin. Ji mêj ve mirov razî kirine ku tenê bibin kesên ji rêzê yên dixwin û vedixwin. Di axuran de jî kerî bi heman rengî ne. Wekî din jî li ber serê wan keriyekî bêkaran danîne. Bi vê jî têne aşkirin. Têgînên weke Navenda Rêveberiyê, qesrên taybet û xaniyên bi baxçe, li gorî ruhê bajêr li cih nînin. Mirov dikarin navenda rêveberiyê li serê çiyê jî ava bikin. Xaniyên bi baxçe û bi koşk hewcedariya xwe bi bajêr nînin. Li her deverê dibe ku bêne avakirin.
Eger wisa be, wê wextê ji bajêr çi dimîne? Perestgeh, şano, meclîs, jîmnasyûm û bazarê ji zû ve şûna xwe ji mînakên sîmûltane re hiştine. Rastir e ku mirov ji deverên wisa re bibêje; deverên lê nefesa sexte tê stendin. Di vê rewşê de siberoja bajar diyar nîne. Ji bo xwedîkirina bajarekî deh mîlyon şêniyên wê hene, divê civaka ekolojîk a herêmekê bimire. Bi tenê ji bo xwedîkirina vî bajarî, komkujiya civak û hawîrdorê divê. Çend bajarên pênc deh milyonî têra kuştina welatekî dikin. Trafîk hewayê qirêj dike, ev bi serê xwe têra mirina bajarekî dike. Piştî ku bajar ji rêjeya xwe bihurî maneya xwe jî nemaye. Li cihekî mane jî nemîne mirov nikare behsa jiyanê bike. Lê helbet em bêhn dan û stendinê jiyan nahesibînin.
Bajar berê ew dever bûn ku li wan rastî dihatin keşifkirin û felsefe dihat avakirin. Niha li bajarên îndustriyalîzmê yên hildiweşin jî sê S ; seks, spor û sinaet tevahiya naveroka wan hatiye pûçkirin û bajar kirine mîna axurên golikan. Ma ev mirina bajêr nîne çi ye?
b-Aliyekî din ê îndustriyalîzmê ku tine dike, têkiliya jiyanhawîrdorê ye. Bajar zêdetir ji hundir ve civakê kansêr dike, lê îndustriyalîzm bi tevahî êrîşê dibe ser hawîrdora jiyanê. Polîtîka îndustriyalîzmê ya dewleta netewe ku hînê jî qîmeta wê kêm nebûye hewce dike ku bi tevahî çavkaniyên civak û welat peyrewên îndustriyê bin. Vê jî weke rê û polîtîkayeke welat pê radibe û pêş dikeve dibîne. Ya rastî, bi vê polîtîkayê ne welat radibe, pêş dikeve û dewlemend dibe, ne jî ti têkiliya wê bi hêzbûnê re heye. Sedema bingehîn a vê yekê ew e ku sermaye di vê qadê de rêjeya herî zêde ya ‘KAR’ê bi dest dixe. Îndustriyalîzm tevgereke rêveberiya karê ye. Bi têgînên weke sermayerazandin û pêşketinê armanca bingehîn vedişêrin. Eger kar hebe sermayerazandin û pêşketin jî çêdibe. Naxwe bi serê xwe sermayerazandin û pêşketin tiştekî îfade nakin. Îndustriyalîzm, bi hezaran carî ji milkiyetê zêdetir, diziyeke mezin e. Hem jî ev dizî ji tevahiya welat û xwezaya wî tê kirin.
Ez ji serî ve bibêjim ku em sermayerazandinê bi serê xwe naspêrin hilberandina fabrîkeyê. Mirov dikare modeleke fabrîkeyê û sermayerazandinê her tim li ser hîmê qenciya civak û hawîrdorê bi cih bîne. Ev bi serê xwe xirabiyê belav nakin. Kengî dikevin bin fermana karê, rê li kansêrbûnê vedikin. Îndustriya ji bo karê ji bo pêdiviyên civakî nîne. Pîvana kara zêde ji hewcedarî û pêdiviyê nîne. Ew bi xwe mentiqê xwe heye. Eger qada pêdivî pê heye karê bike, pêre eleqedar dibe. Naxwe wê qadê bi destê mirinê ve berdide. Teknolojiyên heyî rast bêne pêşdebirin û bicihanîn, ne bêkarî û xizantî, ne jî nexweşî û bêperwerdeyî weke pirsgirêkên civakî namînin. Ji van jî girîngtir, ji bo çavkaniyan bi fabrîke û teknîkê xirakirina hawîrdorê nayê qebûlkirin.
Bi hezaran qadên ku bi hêsanî dikarin bersivê bidin pêdiviyên ji bo jiyanê girîng hene, lê belê ji ber ku li van qadan karê nabînin, wan bêkêr dihêlin. Ji bo karê carnan çavkaniyên bi mîlyonan salî bi zor û zehmetî beridîne û heta roja me ya îro hatine, bêyî ku li encamê bifikirin diqedînin. Polîtîkayên petrol, derya, daristan û kanan ji ber karê hawîrdor kirine qadên man û nemanê. Ti diyarde bi qasî komkujiya hawîrdorê nikare rûyê hov ê karê nîşan bide. Bi destxistina karê bi vî awayî dewam bike, ne çend sedsal, çend deh salên din wê felaketa hawîrdorê be. Jixwe bi hezaran zanyar vê yekê piştrast dikin.
Îndustriyalîzm ji bo mejiyê analîtîk serketineke super e. Lê bi awayekî xeternak jî têkçûna mejiyê hisî ye. Îndustrıyalîzm, ji nû ve hatina wehya herî kevin a xwedayî ye ku tevahiya ruhberan xistiye xizmeta insên. Gotineke şaş e, mirov bibêje; xistin xizmeta insên. Ji komikekê re ku bi hêrsa karê radibe, bi tevahî ruhber têne qurbankirin. Wê wextê qurbankirina mirov bi xwe kengî bê kirin dibe meseleyekê demê. Ji bo ku mirov gotina xirab a di Pirtûkên Pîroz de bi awayekî li cih rave bike, ti mînak bi qasî îndustriyalîzmê nabe emsaleke baş û li cih.
c-Divê mirov îndustriyalîzmê weke pirsgirêkeke hilberandinê nebîne. Yekdestdariya sermayê û hilberandina li ser karê hatiye avakirin, maneya rastî didin. Îndustrî heta nekeve xizmeta yekdestdarên karê, mirov dikare pêdiviyên bingehîn ên civakî û şertên hawîrdorê li ber çav bigire, li gorî derfetên zanist û teknolojiyê her tim hilberandinê ango polîtîkayeke sermayerazandinê bihûne. Di cewherê meselê de zêde ferq nake ku bi mekîneyan an jî bê mekîne bê kirin. Bi tenê yek jê bi lez hildiberîne ya din jî hêdî, ewqas. Jixwe li vir a diyarker ew e ku şert bi pêdiviyên civakî, hawîrdor û ekolojiyê re li hev bikin. Lez û hêdîbûn bi serê xwe armanc nînin. Ango di hilberandinê de pêvajoya makîneyan bi serê xwe çê û xirab nîne. Ji sedsala 19. heta roja me ya îro armanca karkirinê her mohra xwe li diyardeya bi navê îndustriyalîzmê, bi makîne û bê makîne, bi lez û hêdî, li tevahiya pêvajoyên sermayerazandin, hilberandin û bikaranînê xist, weke encam jî her tişt dibe pirsgirêk û kangren. Ji lewra bajar anormal mezin bûn. Sîleh bi awayekî xeternak pêşketin. Artêşên dêw hatin avakirin. Li dinyayê şerê dijwar û xeternak qewimîn. Hawîrdor hat talankirin. Cinawirê jêre dewleta netewe tê gotin hat afirandin. Jiyan bi tevahî hat pûçkirin. Polîtîka hat tinekirin. Wexta ku kapîtalîzm weke yekdestdariyê mohra xwe li hilberandina bi makîneyan da, cinawirê bi navê îndustriyalîzmê bi awayekî nerewa jê çêbû. Nuqteya esas jî ev e.
Yekdestdariya dewletê berê di cotkariyê de, paşê jî di bazirganiyê de berhemê zêde zevt kir. Bi sedsala 19. re bi awayekî nedîtî bi hilberandina pîşesaziyê re, bêguman bi vedîtina makîne û enerjiyên nû yekdestdarî ava bû, kara di ti dema dîrokî de bi dest nehatiye xistin hat bidestxistin, bi gotineke din weke berdêla berhemê zêde, sermaye hat bidestxistin. Wexta ku kar li ser îndustriyalîzmê tê ferzkirin her tişt ji rê derdikeve. Wê wextê karkirina bi îndustriyê û îndustriyalîzm, têgînên gelekî ji hev cihê ne. Her weha îndustriyalîzm ekonomî jî nîne; yekdestdariya ekonomiyê ye; ya li ser hilberandina pîşesaziyê tê ferzkirin, dewlet an jî taybet ferq nake, yekdestdarî ye. Civak bi hezarê salan e ku bi keda destê xwe, bêyî ku bibe xerîbê xwe weke xebatên ekonomîk li qadên hilberandinê çi fabrîke, çi dezgedar, çi gundikên cotkariyê û çi jî manîfaktur xebitiye, û ev ne yên guftûgokirinê ne. Pirsgirêk hilberandina li van qadan nîne. Dîsa pirsgirêk bihevguhertina li bazarê jî nîne. Kengî yekser dewlet an jî hin kesên li ser navê dewletê tevdigerin, ji derve van qadên ji bo pêdiviyên mirovan dixin destê xwe û bi rêbazên bacgirtin, talan û karê zêdeyiyê didizin, ha hingî pirsgirêkên mezin û ciddî yên ekonomîk û civakî derdikevin holê. Ji sedsala 19. heta roja me ya îro hilberandin piştî dema em jêre dibêjin şoreşa pîşesaziyê bi awayekî anormal bû qada karê û bi vê re di encama ferzkirina yekdestdaran de bi awayekî dijwar di serî de şerên neteweyî û çînî, civak hem di nava xwe de, hem bi civakên li derveyî xwe re û hem jî bi xwezayê re şerekî hûrûkûr dike. Civak bi qasî ku ti carê nebûye, dibe xwediyê desthilatdariya hukim dike. Herkes bi qirika herkesî digire. Bi awayekî din mirov bibêje; cinawirê Hobbes, Levîathan ‘şerê herkesî bi herkesî re’ bi dawî nake. Berevajî vediguhere ‘şerê herkesî bi herkesî re’ bi xwezayê û bi xwe re. Ango civak dibe cinawir, cinawir dibe civak an jî ev dibe qonaxa dawiyê.
d-Têgîna civaka pîşesaziyê jî bi serê xwe manedar nîne. Wexta yekdestdarên pîşesaziyê têne avakirin, civak hînê zêdetir bi emtîabûn, bi hilberandina pevguhertinê ve, hilberandin jî bi pîşesaziyê ve tê girêdan. Maneya kapîtalîzma pîşesaziya yekdestdar ew e ku qadên hilberandinê yên mayî bi pîşesaziya yekdestdar ve têne girêdan. Di vê çarçoveyê de civaka pîşesaziyê dikare weke qonaxeke din a şaristaniyê manedar bibe. Mirov bibêje; qonaxeke bi vî rengî ya şaristaniyê mohra xwe li sedsala 19. xistiye, rastir e. Ji ber ku ji her demê zêdetir di vê demê de derfet û îmkanê vedizîna karê dîtin, mirov dikare ji vê demê re bibêje; serdema herî bi heybet a kapîtalîzmê. Hêrsa ji bo karê xwe li tevahiya civakê digerîne. Kapîtalîstbûyîn dibe armanca jiyanê û dikin şêwazê xwezayî yê jiyanê. Ha di vê çarçoveyê de civaka pîşesaziyê cara pêşî ye diqewime. Di asta herî jor de kapîtalîstbûna civakê ye. Qral êdî tazî ye, ango cara pêşiye ku kapîtalîstên li rêza pêş ên nû, lê ji yên berê cudatir, bi xeml û kincên xwe yên ji rêzê, komeke qral in, xwe weke welatiyan pêşkêş dikin. Qral jî pirr dibin, xwe ji rewşa xwe ya bi heybet û xemilandî dikin û bi awayekî ji rêzê êdî hene. Civaka pîşesaziyê di çarçoveya vê maneyê de civakeke qralên tazî ye.
Karkerê bi heqdestiyê ve hatiye girêdan di vê civakê de zêde dibe. Ji awirekî din mirov binêre, ev çînek e ku ji civakê hatiye cihêkirin. Cudahiya xwe ji koletiya klasîk ew e ku bi koletiya heqdestiyê ve hatiye girêdan. Ji aliyê etîk ve rast nîne ku mirov bibêje kîjan rast e, yan jî çewt e. Yek ji şaşiyên girîng ên Marksîstan ew bû ku di vê civakê de bûrjûwaziya pîşesaz û çîna karker pêşketî îlan kirin û mohra paşketî li beşê mayî yê civakê xistin. Herçî berevajî ya rast e. Yekîtiya çîna karker û pîşesaziyê dibe ku xisleteke modernîteyê be; lê ji aliyê wekhevîtî, azadî û demokratîkbûnê ve di çarçoveya dewleta yekdestdar de ne. Xwediyê helwestekê ne ku zêdetir nêzî antî-civakbûnê ye. Qewlê rewşenbîran bi vê hevgirtina çînayetî re, li ser navê sosyalîzmê jirêderketineke bê şens e. Civaka yekdestdarên pîşesazkaran weke têgîn timî civaka xwedî şer îfade dike. Bê sedem dewleta netewe nebûye şêweyê dewletê yê vê demê. e-Dewlet û siyaseta yekdestdariya pîşesaziyê dewleta netewe ye. Li ser hîmê milletgiriyeke herî zêde, bi tevahî civaka neteweyî bi dewletê ve tê kelandin. Dewleta netewe herî zêde di vê demê de hatiye îdealîze û realîzekirin. Sedema bingehîn a vê yekê, kara zêde ya sermayê û belavbûna wê ya li civakê ye. Ji bo kara xwe zêde bikin divê tevahiya civakê bi yekdestdarên pîşesaziyê ve girê bidin. Ev jî şerê navxweyî ye. Lê bi dewleta netewe ya bi milletgiriyeke zêde û dîsa bi desthilatdariyeke şidiyayî barkirî, ev şerê hundir tê tepisandin û bi vî awayî nîzama kara zêde tê danîn. Di vê demê de weke sîstem hêdî hêdî pêşketina faşîzmê bûyereke xweser nîne. Bi milletgiriyeke bibe dîn, civak dibe kerî û desthilatdarî li çeperên herî hûr belav dibe.
Modernîteya Rojava ya ji sêberan îndustrî, dewleta netewe û kapîtalîst pêk tê, ji ber vê naveroka xwe dibe şaristaniya herî xwînrij a vê serdemê. Ev modernîteya sêber a ketiye zikhev; hem di nava civakê de şer ango faşîzm, hem jî di navbera dewletan de şerên neteweyî, herêmî û cîhanî pêk tîne. Em timî dubare dikin, di bingehê vê de şêweyê pêkhatin û parvekirina karê heye. Wexta ku dewleta netewe hedefa xwe ya sereke weke îndustriyalîzm destnîşan dike, rengê xwe yê kapîtalîstbûyînê yan jî xwesteka xwe ya ji bo wê dixe rojevê. Kapîtalîst wexta hedefa xwe ya siyasî weke dewleta netewe diyar dikin, dizanin ku dewleta netewe bi milletgiriyê bihevkelandina netewe mumkin dibe û eşkere dikin ku ev jî ji bo sîstema karê nîzamekî dewletê ye ku herî zêde hewcedarî pê heye. Kengî pîşesazî hem ji bo dewletê, hem jî ji bo kapîtalîzmê bû hedefa sereke, wê wextê çarenûsa sedsala 19. û 20. diyar dibe. Pîşesazî jî weke cotkariyê, weke manîfakturê serdemeke hilberandinê ye. Xwe dispêre mîrateya şaristaniyê. Lê ti serdema hilberandinê bi qasî serdema pîşesaziyê kar û zêdekirina hêza desthilatdariyê nedaye yekdestdariya kapîtalîst û dewletê. Ji ber vê yekê, dewlet û kapîtalîst di pîşesaziyê de dikevin pêşbaziyê. Ne ku pirr zêde li ferd û civakê difikirin an jî ji netewe re pirr bi hurmet in, ji ber derfet û îmkaneke dîrokî ya karê bi destxistine, evçend bi çavkorî dibezin.
Civaka pîşesaziyê ji aliyê dîrokî ve ji nêz ve bi îdealên hegemonya û şer ve têkildar e. Franseyê çendîn zor da hevgirtina Hollanda û Ingilîstanê, van dewletan jî ji bo statuya xwe ya hegemonîk ji dest nedin dîsa xwe avêtin dawa hilberandina erzan. Dîrok nîşan dide, eger pêşengiya şoreşa pîşesaziyê nebûya, hegemonya Ingilîstanê, heye ku di serê sedsala 19. de, nexasim li hemberî Napolyon têkbiçûya. Li ber serê Franseyê Çartiya Rûsyayê û DYE hino hino nû mezin dibin û tê gotin şensê wan a hegemonyayê heye. Piştre jî Elmanya wê beşdarî vê pêşbaziyê bibe. Şens û belkî jî çareya bi tenê ya li ber Ingilîstanî şoreşa pîşesaziyê ye. Ev rewş careke din nîşan dide ku zarûret zorê dide afirîneriyê. Makîneyên bi dûkelê dixebitin û pêşketina makîneyên tevnê careke din çerxa dîrokê li gorî dilê Ingilîstanê gerandin. Vedîtinên nû yên eskerî û siyasî bi hilberandina nû ya pîşesaziyê re bi lez û bi hêz dibin. Ev jî bi xwe re li pey hev serketinên eskerî tîne.
Wexta ku xelekên zincîrê hevdu temam kirin, êdî qetandina wan zehmet e. Têkçûna Napolyon tevî hin sedemên din, bi îhtîmaleke mezin encama şoreşa pîşesaziyê ye. Hegemonya Ingilîstanê bi vê şoreşa pîşesaziyê ji bo bibe împaratoriyeke mezin a cîhanê, gava xwe diavêje sedsala 19’ê. Sedsala 19. sedsala bi heybet a Ingilîstanê ye. Di vê sedsalê de Ingilîstan cara pêşî navnîşana ‘Împaratoriya Roj Lê Naçe Ava’ bi dest dixe. Ev împaratoriyeke klasîk nîne. Weke Roma û Osmaniyan nameşe. Gelek pêkhatinên siyasî yên di asta dewletan de di bin bandora wê de hene û ev ji bo împaratoriya wê kêmasiyek an jî zirarek nînin. Weke modeleke xweser ku gelek pêkhatinên siyasî di nava xwe de dihewîne, herçend her biçe qels bibe jî karîbûye heta roja me ya îro bi navê Koma Neteweyên Ingilîz (British Commonwealth of Nations) hebûna xwe dewam bike.
Şewazê îxrackirina şoreşa pîşesaziyê li dinyayê, weke yê herş aristaniyê pêş dikeve. Piştî ku xwe ispat dike, pêşî li Ewrûpaya Rojava û di dawiya sedsala 19. de li tevahiya Ewrûpayê belavbûna xwe dewam dike. Di serê sedsala 20. de gavavêtina xwe ya li tevahiya dinyayê bi lez dike. Yekdestdarên Ingilîstan û Elmanyayê pêşengiya hevrikiya di navbera yekdestdarên pîşesaziyê de kirin û ji ber gavavêtinên bê tewazun, du şerên mezin ên cîhanê û gelek şerên herêmî û xwecihî qewimîn. Careke din em dibînin ku kara pîşesaziyê yekdestdarî ye, yekdestdarî jî dewleta netewe ye, dewleta netewe jî şer e. Eger em ji bîr nekin, tevahiya dewletên netewe bi şer hatine avakirin, mirov dîroka karê û bi destxistina herêmên îxraca pîşesazî û pîşesazîbûnê bi şêwazekî bi tesîr di van şeran de bibîne. Eşkere ye ku di cewherê şer û dewletgiriya netewe de bi destxistina karê heye.
Dema pîşesaziyê weke emperyalîzmê tê bimanekirin û ev jî bi îxrackirina wê ya derve re têkildar e. Pîşesazî dikare li mêtingeh û nîv-mêtingehan, li qadên girêdayî û hewce jî hinekî pêş bikeve û dikare bibe sedema destpêkirina şerê hundir an jî derve. Şerên rizgariya neteweyî ku diyardeyeke xurt a sedsala 20. bûn di cewherê xwe de bi bernameya pîşesaziyê ya li qadên mêtingeh û nîv-mêtingeh re têkildar e. Statuya wan a pêşengiyê çi dibe bila bibe, hemûyan dewleta netewe, dewletên netewe jî pîşesazî kiribûn serê bernameya xwe û ev jî yek ji kevirê çarqozî yê çûna ber bi kapîtalîzma dinyayê ve bû. Di vê çarçoveyê de Şoreşên Çîn û Rûsyayê bi analîzên dawî şoreşên pîşesaziyê û dewleta netewe ne. Bûyer vê pêvajoyê bi awayekî bi tesîr piştrast dikin. Şerên rizgariya neteweyî bi rêbazên cihê hatibin meşandin jî herçî sedsala 20. bi giranî serdema pîşesaziya derveyî Ewrûpayê ye.
Ev serdem bi xetên sereke heta çaryeka dawî ya sedsala 20. bi tevahî giraniya xwe bi cih tê. Qonaxa piştre tê ew e ku Ewrûpa pîşesaziya jêre dibe bargiranî û zêde karê nayne (qirêjiya hawîrdorê û heqdestên zêde) îxracî dinyayê dike. Pêşî mal, di sedsala 19. de mal û sermaye, di sedsala 20. de jî mal, sermaye û pîşesazî bi mekanîzmeyeke sêber îxracî dinyayê hat kirin. Hema bêje ti herêmeke dinyayê ya pîşesazî nas nakiribe, nemaye. Bi vî awayî em dikarin bibêjin ku serdema pîşesaziyê giraniya xwe ya esas nemaye, ya rastî pîşesazî bi sermaya fînansê dewam dike. Şaristaniya Ewrûpayê ya serdema xwe ya pêşî bi bazirganiyê û ya duyemîn jî bi şoreşa pîşesaziyê meşand, weke qonaxa sêyemîn di serdema xwe ya fînansa global de ye. Serdema fînansê bi giranî piştî salên 1970`î destpêkiriye, bi rola xwe ya pêşengiyê rabûye. Serdema fînansê mijara beşa ji niha û pêve ye.
Her serdem a beriya xwe ji holê ranake, dixe dereceya duyemîn. Bazirganiyê di sedsala 19. de dewam kir. Lê li gorî pîşesaziyê di warê karbidestxistinê de hêza xwe ya berê nema û di dereceya duyemîn de ma. Serdema fînansê berî niha bi gelekî hîmê xwe danîbû. Komarên bajaran ên Îtalyayê şêweyekî komarên fînansê bûn. Gelek qraliyet bi fînansê bi xwe ve girêdan. Di serdema bazirganiyê de jî di warê karûbarên pereyan de, di warê deyndayîn û stendinê de bi lez bûn û çûnûhatina wan zêde bû. Ji bo debarê, krêdî gelekî baş bû. Lê di warê karê de sektorek bû ku li rêza sêyemîn cih digirt.
Rexnegîr û rexneyên li pîşesaziyê, kengî talankirina hawîrdorê bi awayekî berçav hat dîtin û rîskên vê talanê gihiştin asteke global, zêde bûn. Felaketên îndustriyalîzm rê li wan vedike êdî gelekî têne guftûgokirin ka mirovatî dikare çawa serî bi wan re derxîne. Felaketên behsa wan tê kirin, derketine asteke welê êdî nakokiyên wan bi jiyanê re ji holê nayên rakirin. Zanist û teknîk bi awayekî wisa bê berpirsiyarî tên bikaranîn êdî tê gutûgokirin ku mirov dikare weke qiyametê binirxîne.
Di bingehê tevahiya pirsgirêkan de têkiliyên karê û pîşesaziyê hene. Wexta ku herdu bê dezgîn digihîjin hevdu, bihêlin pêşketinê, hatiye dîtin ku veguherîne guloka pirsgirêkan. Ji ber ku pîşesazî li tevahiya qadên civakê hukim dike û qadeke civakî ya veneguherandibe mijara emtîayê nehiştiye, pirsgirêkên civakî gihandin asteke nedîtî. Gelek pêşketinên çavkaniya xwe pîşesazî ye bi qasî ku bi xwezaya civakan re li hev nake, bi hawîrdorê re jî li hev nake. Hema hema bi tevahî gund û pêkhatinên li derveyî bajaran daqurtandine û em niha nû bi encamên wê re rûbirû dibin. Dîsa encamên veguherîna dijberê bajêr hîna nû têne dîtin.
Ji bilî guftûgoyan, der barê alternatîfan de tiştek li naverastê nîne. Hemin civak ê bê pîşesazî nikaribe bijî. Lê wê nikaribe yên li ser navê pîşesaziyê têne kirin jî rake. Antî-îndustriyalîzm her biçe dikare bi hêz bibe. Xebatên der barê bajar û hawîrdorê de gelek ekolên di vî warî de girtine nava xwe. Di ketina qada siyasî de jî her diçe cih dibînin. Ev hewldan ji sînorê reforman nabihurin, ji lewra mirov nikare li bendê be ku ev hewldan tewazuna xirabûyî ya herdu xwezayan ji nû ve sererast bike, naxwe bendewariyeke bi vî rengî wê safiktî û bergî nedîtin be. Heta ku di paradîgmaya heyî ya şaristaniyê de bin, wê nikaribin ji guhertinên şiklî bibihurin.
Neyêniyên şaristaniya pênc hezar salî bi xwe re tîne, belkî jî serdema pîşesaziyê bi tenê çend qatên din zêde kiriye. Ev fikrek e ku bi tevahî çavdêr li ser hemfikir in. Germbûna hewayê bi tenê yek ji wan mînakan e. Talan û hilweşandin ji texmînan jî wêdetir kûr û berfireh e. Ne bi tenê rexnekirina serdema pîşesaziyê, rexnekirina tevahiya şaristaniyê divê. Marksîstan û muxalifên din pirsgirêk yan xistine çarçoveyeke teng a ekonomîzma çînî yan jî xistine kategoriyên weke hawîrdorparêzî, çandparêzî û femînîzmê û vê yekê rê li ber hin encamên erênî vekiriye. Lê xwe nikarîbûne bigihînin bernameyeke siyasî û çalakiya wê, ev jî herhal bi kêmasiyên wan ên bi kok ve têkildar e.
Her ku li ser alternatîfa şaristaniya demokratîk diponijim, ez dibînim ku ev hilbijartineke bi îsabet û li cih e. Lê alternatîfên şaristaniya demokratîk ên bi kok bi bername û rexneyên berfireh, herî kêm bi qasî wan bi rêxistin û çalakiyan bibe yek û kengî me bi paradîgmaya civaka demokratîk, wekhev, azad li jiyan û xwezayê temaşe kir, em ê karibin bi rêya xwe de bimeşin.
ÇAVKANÎ: ŞARISTANIYA KAPÎTALÎST “Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaske” (PÎRTÛKA DUYEMÎN)