PARÎS- Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Firat Çîçekê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku, ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û PDKê ya hevkar ên li ser Mexmûrê, wesayîteke ya faşîstan şewitandine.
Di daxuyaniya ku li ser çalakiya li Parîsê hate kirin de, hat gotin ku “Li hemberî xiyanet û hevkariyê em hemû ciwanên Kurdistanê û Ewropayê vedixwînin serhildanê”. Dan zanîn ku bi vê çalakiyê Înîsiyatîfa Zarokên Agirê silav dikin û diyar kirin ku “Çalakiya me heya ku azadiya Rêber APO ya fizîkî çênebe, di asta herî jor de wê berdewam bikin. Roj roja raperînê ye, roj roja li hemberî tarîtiyê ronîbûn û dengbûnê ye”.