HEFTANÎN – Wezareta Parastina Neteweyî a dagirkeriya tirk diyar kir ku eskerekî artêşa dagirker a tirk li herêma Heftenînê hatiye kuştin û 3 leşkerên din jî giran birîndar bûne.
Wekî ku tê zanîn dewleta tirk a dagirker bi rêbazên şerên taybet kuştî û birîndarên xwe ji raya giştî vedişêre. Carna tenê yek an du kuştî eşkere dike an jî bi temamî ji raya giştî vedişêre. Piştî daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî a dagirkeriya tirk ku 1 leşkerê dagirker û 3’ê jî birîndar bune, rastiyê vê yeke ket lêpirsîne.