WAN – Dadgeha dagirkeran a Wanê, 2 jê zarok 5 ciwanên li Taxa Xaçortê ya Navçeya Îpekyolu ya Wanê piştî êrîşa li dijî herêma Zînî Wertê şermezar kirin û hatibûn binçavkirin, der barê wan de biryara girtinê da û şandin girtîgehê.
Komek ciwan li taxa Xaçortê ya Navçeya Îpekyolu ya Wanê, êrîşa di 15’ê Nîsanê de li dijî herêma Zînî Wertê pêk hat û şandina cenazeyê Egît Îpek ê bi PTT’ê ji malbatê re şandibûn şermezar kiribûn. Koma ciwanên ku li taxê barîkat danîn û agir pêxistin êrîşa li herêmê û nêzîkatiya li dijî cenazeyan şermezar kirin. Piştî çalakiyê polîsên dagirker êrîş kiribû û 5 ciwan binçavkiribûn. Polîsên dagirker ku di 20’ê nîsanêde 2 jê zarok 5 ciwanan binçavkiribûn piştî îfadeya wan girt şandin dozgeriyê. Dozgeriyê faşîst jî piştî îfadeya wan girt, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha dagirkeran kir. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” biryara girtine da û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.