BERN – Ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad ve, rêveberiya PDKê ku hevkariya Dewleta Tirk a dagirker dike û êrîşê li Wargeha Penaberan a Maxmûrê û Zînê Wertêyê dike, li ber Nûnertiya Kantona Bernê ya Swîsreyê ya PDKê hat protestokirin.
Çalakiya ku di guncana pêngava Nehêleyê bi şiyara “Dagirkeriyê Nehêle” ve hate kirin de, li ser dîwarên nûnertiya PDKê panqarta bi Elmanî “Li hemberî xiyaneta PDKê Maxmûr û Qendîlê Biparêze” dinivîse, hate daliqandin. Ji çalakiya ku di seat 15an de hate kirin re ciwanên Swîsreyî yên Antîfaşîst jî piştgirî dan.
Ciwan, piştî daliqandina panqartê ji aliyê polîsên ku li nêzîkê nûnertiyê bûn ve hatin binçavkirin lê piştre serbest hatin berdan.
Di êrîşên rêveberiya PDKê û Dewleta Tirk a dagirker de, li Wargeha Penaberan a Maxmûrê sê jinên şêniyên wargehê û li Zînê Wertêyê jî sê gerîla şehîd bûbûn. Piştî êrîşan, ji ber ku rêveberiya PDKê bi dagirkeran re hevkariyê kir û PKKê sûcdar kir, Kurdistaniyan bihêrs bûn û ciwanên Kurd ên Ewropayê jî li hemberî di gelek deveran da çalakiyên protestoyê pêk anîn.