NAVENDA NÛÇEYAN – DKP/Yekîtî, bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Piştevanî, Têkoşîn û Yekîtiyê ya Karker û Kedkaran daxuyaniyeke nivîskî weşand.
‘DIXWAZIN PANDEMIYÊ BI RENGEKÎ LI DIJÎ KEDKARAN BIMEŞÎNIN’
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em ê îsal 1’ê Gulanê di nava rewşeke krîzê de pêşwazî bikin ku heta niha rewşeke bi vî rengî nehatibû dîtin; di nava şert û mercên pandemiyê de ku şewbeke kapîtalîzmê ye. Pandemî, ku krîza hebûnî ya kapîtalîzmê derxist asta herî bilind, mîna ku di her serdema dîrokî ya weke vê de, bi rengê zexteke giran, zilm û mêtingeriyê li karker, kedkar, xizan û bindestan vedigere. Li aliyekî din ê vê krîzê, di nava çerxên hilberînê de xwîn û xwêdana karkeran tevlî hev dibe, li aliyê din jî li ser xwîn û xwêdana karkeran hatiye rûniştandin, romantîzma karantîna û piştevaniya erzan tê kirin.
‘EM TÊKOŞÎNA ÇÎNÎ MEZIN BIKIN’
Li her qada ku em lê ne, em xwişk û biratiya çînî bi stranên xwe yên berxwedanê xurt bikin, pêvajoya hilberînê bi çalakiyeke çînî rawestînin.”