MEXMÛR – Li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev 4 roj in bê navber balafirên keşfê ên dagirkeran difirin.
Li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev 4 roj in bênavber balafirên keşfê ên dagirkeran digirin. Liv û tevgera balafirên keşfê hîn didome.
Herî dawî di 15’ê Nîsanê de balafirên keşfê yên dewleta tirk a dagirker yên bi çek (SÎHA) Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir û di encamê de 3 jinên bêrîvan şehîd bûn.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev demeke li herêma Mexmûrê liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê jî zêde bûye.