BEHDÎNAN – Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo Îbrahîm Gokçek ê di rojiya mirinê de ye banga çalakiyan a lezgîn kir û xwest, berxwedêrên girtî û yên li derve bi tenê neyên hiştin. Komîteyê diyar kir, “Beriya ku darbest ji zindanan derkeve em rabin ser piyan.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Ji Pîr Sûltanan heta Vîctor Jarayan, ji Gûrbet Aydinan heta Hozan Serhatan hunermendên şoreşger ên gel bi berxwedana xwe rûmeta mirovahiyê diparêzin. Endama Grûp Yorûm hunermend Helîn Bolek ku şopdara vê kevneşopiyê bû di rojiya mirinê de şehîd bû. Piştî wê Mûstafa Koçak di rojiya mirinê de şehîd bû.
Rojiya mirinê ku bi heman rengî ji aliyê hunermendê hêja Îbrahîm Gokçek ve tê dewamkirin, ji nedîtî ve tê. Îbrahîm Gokçek eşkere kir ku ew bi biryar e çalakiyê bidomîne. Ji bo Gokçek em bang li her kesî dikin ku bi lezgînî çalakiyan bikin.
Berxwedêrên li girtîgehan û yên li derve divê bi tenê neyên hiştin û beriya ku şehadetên nû rû bidin ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin zext li desthilatdariyê bê kirin. Di şert û mercên heyî de rê û rêbazên cuda yên vê yekê hene. Ya pêwîst heye ku mirov bi xemsarî tevnegere, berxwedan di her şert û mercî de dikare bê kirin.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo encamê werbigirin divê bikevin nava hewldanan û hunermend hemû divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.”
Komîteyê destnîşan kir ku ji bo berdana girtiyên siyasî yên li zindanan divê her roj bibe roja çalakiyan û ev hişyarî da: “Komkujî li ber derî ye! Beriya ku darbest ji zindanan derkevin divê her kes rabin ser piyan. Li malan, li şaneşînan, li ber paceyan û li kolanan divê çalakî bên kirin. Pêwîste hunermend bi hunera xwe tevlî bibin. Heta ku encam jê bê wergirtin divê her der bibe qada çalakiyan.
Divê jiyana Îbrahîm Gokçek bê parastin û xwedî li berxwedêran hemûyan derkevin.
Em careke din sersaxiyê ji malbat û hevalên Helîn Bolek û Mûstafa Koçak dixwazin, soz didin ku em ê bîranîna wan bikin hinceta hilweşandina rejîma faşîst û di têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê de bidomînin.”