BEHDÎNAN – Balafirên şer ên ku girêdayî dewleta dagirker a Tirk di seatên sibehê de herêma Xakûrkê bombe kirin. Hate diyarkirin ku di bombebaranê de ciwanên bi navê Faxir Tazeward û Reşîd Mîroyî yên ji bajarê Şîno yê Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.
Her du ciwanên ku ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve hatîn qetilkirin ji bo komkirina pincarê çûbûn herêmê û hate diyarkirin ku malbat ji bo cenazeyên xwe bigrin çûne herêmê.