Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

“Divê ala 1’ê Gulanê li her cihî bê bilindkirin”

Komîteya Rêveber a PKK'ê: Erk û wezîfe ye ku bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê li dijî êriş û sîstema kapîtalîst li ber xwe bidin û têkoşîneke demokrasî û wekhkeviyê ya xwe dispêre azadî û cihêrengiyê bimeşînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/04/2020 - 11:27
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
“Divê ala 1’ê Gulanê li her cihî bê bilindkirin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyek weşand.

Komîteyê diyar kir ku ew li gel kedkar, sosyalîst û hêzên demokrasiyê yên Tirkiye û Rojhilata Navîn, bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li dijî siyaset û zîhniyeta qirker-mêtinger-faşîst, 1’ê Gulanê pêşwazî dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Kedkar, ciwan û jinên li çar aliyên cîhanê 1’ê Gulanê ya îsal bi têkoşîneke xurtir a li dijî êriş û gefên mezin ên hêzên sermayeya global a li dijî kedkar û bindestan pêşwazî dikin. Li ser vê bingehê em 1’ê Gulanê li karker, kedkar, bindest, jin û ciwanan pîroz dikin ên ku têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê dimeşînin. Di têkoşîna wan a li dijî mêtingerî û zordariyê de serketinê ji wan re dixwazin.”

‘TÊKOŞÎNA LI SER XETA ŞEHÎDAN TÊ MEŞANDIN DI VÊ DEMÊ DE HÎN MEZINTIR DIBE’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Di serî de gelê me gelan û bindestan hemûyan di 1’ê Gulanê de têkoşîna mezin a demokrasî û azadiyê meşandine, di nava vê têkoşînê de şehîdên xwe yên hêja dane. Têkoşîna ku xeta van şehîdên leheng de tê meşandin vê demê mezintir dibe û şehîdên nû didin. Li ser vê bingehê, em şehîdên Chîcagoyê ku destpêk bûn, şehîdên Taksîmê yên 1’ê Gulana 1977’an û di şexsê fermandarê mezin ê gerîla şehîd Ramazan Kaplan de şehîdên 1’ê Gulanê hemûyan bi rêz û hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan bi ser bixînin.

Hêzên hegemonîk kapîtalîst ên global û dîkatoriyên netewe dewletên herêmî yên bi serkêşiya mêtingeriya faşîst a AKP-MHP’ê bi Şerê Cîhanê yê 3’emîn re zext, mêtingerî û komkujiyan li gelê Kurdistanê, gel û kedkarên Rojhilata Navîn dikin. Li gel vê yekê heman sîstem bi navê vîrûsa koronayê gef û êrişên xwe yên li dijî kedkarên cîhanê û gelên bindest gihandiye asteke nû. Sîstema emperyalîst ku bi Şerê Cîhanê yê 3’emîn re ji Rojhilata Navîn dest bi afirandina Sîstema Nû ya Cîhanê kir, di encama berxwedana gelê Kurd, jinan, kedkaran, gelan û bindestan de, ji serketinê bêhtir gihîştiye asta rizandin û jihevketinê.

Sîstema kapîtalîst û faşîzma netewe-dewlet pişta xwe dispêrin vîrûsa koronayê û hewl didin derbê li têkoşîn û meşa azadiyê ya mezin a gel û jinên Kurd bixin ku dixwazin sala 2020’an bikin Sala Jinê ya Cîhanê û Sedsala 21’ê bikin Sedsala Jinê. Bi vê yekê dixwazin temenê xwe dirêj bikin. Lewma wezîfeyeke sereke ye ku jin, kedkar, bindest van êrişan rast fêhm bikin, li dijî van êrişan têkoşîna demokratîk û şoreşger bi 1’ê Gulanê re hîn bi bandor, afirîner û encamgir bikin û bi vî rengî bimeşînin.

‘ZÎHNIYETA BI SERDESTIYA MÊR GEFÊ LI JIYANÊ DIXWE’

Di serî de li Rojhilata Navîn eger li cîhanê şer û hilweşîn heye, komkujî û qirkirin heye, birçîbûn û xizanî heye, bêkarî, krîz û tengaviyên aborî hene, nexweşî û şewb hene, gefeke mezin li ser zindiyên li ser me û xwezayê heye, yekane sedema vê; sîstema modernîteya kapîtalîst a desthiladarîperest-dewletperest a serdestiya mêr.

Ji ber vê yekê her roj zêdeyî bîst hezar mirov ji birçîbûna, bi qasî wê ji ber nexweşî û şewbên sîstema kapîtalîst, bi sedan mirov jî ji ber şer jiyana xwe ji dest didin, bi hezaran seqet dimînin. Bi sed hezaran, bi milyonan mirov neçar dimînin ku cih û warê xwe biterikînin, di bin navê penaberiyê de mehkûmî koletiyê tên kirin. Bi milyonan kedkar di sînorê birçîbûnê de ne. Bi hezaran jin û zarok ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve tên qetilkirin, destavêtin û destdirêjÎ li wan tê kirin. Bi milyonan ciwan bi bêkariyê tên mehkûmkirin, bi vî rengî hêvî û xeyalên wan tên qetilkirin û dixwazin wan bikin kole. Bi her şêweyên talankirina çand û xwezayê, cîhana me ya mîna bihuştê dikin mîna dojehê. Bi kurtasî; qirkirina civakê, qirkirina jinê, qirkirina gelan û çandê, talankirina xwezaya me pêkanînên jirêzê yên rojane yên sîstema emperyalîst kapîtalîst e ku ji bo qezencê dike.

Yekdestiya global bi polîtîka û gotinên xwe, ku dibêje vîrûsa koronayê çi dewlemend çi jî xizan her kesî did ber xwe, bi vê yekê re wê mirovahî bikeve nava krîzeke mezin a aboriyê, hewl dide civakê û hêza berxwedêrrazîne, bêçalakî bihêle, bêtêkoşîn bihêle, bi vî rengî teslîm bigire û xwe ji bin hemû barên li pêşiya qezenca wan asteng in rizgar bikin. Hêzên serdest mirinê datîne ber civakê û dike ku civakê bi tayê qayîl bike. Ji ber vê yekê, bi qasî nan û avê wezîfeya sereke ye ku bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, civaka azadîparêziya jinê li dijî sîstema kapîtalîst û êrişên wê li ber xwe bidin, têkoşîna demokrasî û wekheviyê ya xwe dispêre azadî û cihêrengiyê xur bikin, bi jiyaneke nû û azad cîhana me ji nû ve ava bikin.

‘TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ YA NÎV SEDSALÊ DIVÊ BI 1’Ê GULANÊ MEZINTIR BIBE’

Bi êrişên vê dawiyê re bêhtir xuya bûye ku lîberalîzm rûyê din ê madalyona faşîzmê ye, heman zîhniyet û siyasetê îfade dike. Tirkiye ew devere ku ev rastî herî zêde lê xurtkirin bûye. Bêguman desthilatdariya faşîst-qirker-mêtinger a AKP-MHP’ê yek ji wan hêzên sereke ne ku dixwaze vê êrişa li dijî gelên bindest, civakê û kedkaran bi rêbazên zexel ên şerê taybet ji xwe re bike fisendek. Faşîzma AKP-MHP’ê bi çeteyên xwe û hevkarên xwe yên Kurd êrişî Bakur, Rojava, Başûrê Kurdistanê, Mexmûr, Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Lîbya û Sûriyeyê dike û bi rêya van êrişan hewl dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê, tevgera demokratîk-şoreşger a Tirkiye û Rojhilata Navîn tasfiye bike û bi vî rengî temenê xwe dirêj bike. Lewma têkoşîna demokrasî û azadiyê ya nîv sed salî ku bi Sînan, Mahîr, Denîz, Îbrahîman dest pê kir û bi Rêber Apo, Hakî Karer û Kemal Pîran dewam kir, girîng e bi 1’ê Gulanê re bêhtir bê mezinkirin. Ev yek wê faşîzma AKP-MHP’ê biavêje ser sergoyê dîrokê, her wiha ji bo Kurdidstan û Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn û mirovahiyê wê roleke mezin a meşandina şoreşa demokratîk û azadiyê bilîze.

Çawa ku Tirkiye keleha xurtkirî ya sîstema modernîteya kapîtalîst e, sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê jî keleha herî xurtkirî ya Tirkiyeyê ye. Sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê li dijî Rêber Apo tê meşandin, bi xwespartina li vîrûsa koronayê veguherandine sîstema êşkence û tecrîdê ya li dijî jinan, kedkaran, gelan û bidestan. Civak hemû xistiye nava malê, Kurdistan û Tirkiye veguherandiye girtîgehekê û bi vî rengî hewl dide serdestiyê li ser her qada jiyanê çêbike û temenê xwe dirêj bike. Ji bo tirsa nava dilê xwe li nava tevahiya civakê belav bike serî li her rê û rêbazê dide. Lê belê ew nizanibin jî gelê me, kedkar û bindest zanin ku tirs ji bo hêzên serdest bi kêrî tiştekî nayê.

‘EM DIKARIN ARMANCA XWE YA DEMOKRATÎKKIRINA TIRKIYE, ROJHILATA NAVÎN Û CÎHANÊ PÊK BÎNIN’

Eger em berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ku 22 sal in li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bi îrade û hişmendiya mezin a azadiyê dimeşîne rast fêhm bikin, tevlî vê rêbaza rast a berxwedanê bibin û siyaset û zîhniyeta faşîst a ku bi vîrûsa koronayê dixwaze civakê teslîm bigire tecrîd bike têk bibin, hingî em ê karibin armanca xwe ya ji bo azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê pêk bînin.

Hêzên me yên gerîla bi vê armancê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bi lehengî têdikoşin, tolhildana mezin hiltînin û derbên kuştinê lê dixînin. Gelê me, hêzên demokrasiyê yên Tirkiye û Rojhilata Navîn li dijî her şêwe êrişan bi lehengî li ber xwe didin û bi biryardarî ji bo vê armancê dimeşin. 1’ê Gulanê ji bo hilanîna tolê û bilindkirina meşa azadiyê û encamgirtinê tê wateya pêvajoyeke nû ya têkoşînê.

Li ser vê bingehê em şehîdên 1’ê Gulanê careke din bi rêz bi bîr tînin, 1’ê Gulanê di serî de li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan, gelê me yê welatparêz û kedkarên cîhanê bi coş pîroz dikin. Em bang li gelê xwe û hêzên demokratîk-şoreşger dikin ku li her devera lê ne ala 1’ê Gulanê bêhtir bilind bikin, bi rengekî çalak û rêbazên afirîner beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin, pîrozbahiyên 1’ê Gulanê û têkoşîna me ya li dijî tecrîd, komplo û tasfiyeyê bikin yek, her qadê bikin qada têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Raya Giştî ya Kurd xwe nîşan da!

Nivîsa Pêş

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan: Pêdivî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan: Pêdivî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan: Pêdivî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye

Girseya diviyabû ber bi Zînî Wertê ve biçe li her derê hatin astengkirin

Girseya diviyabû ber bi Zînî Wertê ve biçe li her derê hatin astengkirin

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.