KÎEL – Li bajarê Kîel ê Elmanya yê ciwanên aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), ambargoya KDP’ê ya li ser Mexmûrê şermezar kirin û ji bo balbikêşinin li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi nivîs û pankartan çalakî kirin.
Di çarçoveya hemleya Nehêle ya hatî destpêkirin a yakem 29’ê Nîsanê seatên şevê de hate kirin. Li Gaarden a ku piranî faşîst lê dijîn, ciwanên li ser dîwaran wêneyên Rêbêrê Gelan Abdulah Ocalan çêkirin û li kêleka wê jî bi Îngilizî nivisa “Azadî ji bo Ocalan” hate nivîsîn.
Ciwanan îro di seatên nîvro de jî, li ser pira Hottenau a Mettenhofê di derbarê ambargoya li dijî Mexmûrê û di derbarê azadiya Ocalan de pankart daliqandin.