NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Orhan Yilmazkaya ya Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku otela bi navê Anatolîon a li Dîlokê ku 5 stêrk e bi teknîkek taybet ji aliyê yekîneya wan ve hatiye şewitandin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Yeîneya Tolhildanê ya Orhan Yilmazkaya a HBDH’ê ya me Bi rêbazekî taybet di saetên sibehê de otela 5 stêrk a bi navê Anatolîon a li Dîlokê û 32 milyon dolar lê hatiye mezaxtin şewitandine. Di encama şewata derketî de tesîsa otelê ya yek ji yên herî baş ên Tirkiyeyê ye bêkêr bûye. Di çapemeniyê de jî derket holê ku otel ev 6 salin ji sivîlan re girtî ye.
Yekîneya Tolhildanê diyar kir ku li pişt deriyên girtî yên otelê ev 5 sal in ji aliyê MÎT’ê ve bi awayekî organîze xizmeta hevpar a AKP-DAÎŞ’ê hatiye kirin û ev jî tesbît bûye. Yekîneyê anî ziman ku li Tirkiyeyê lîderên çeteyên cîhadî yên li Rojava Sûriyeyê qetlîam dikirin li vê otelê hatine bicihkirin û pilanên qetlîaman ji aliyê MÎT’ê ve hatine kirin.