NAVENDA NÛÇEYAN- Di pêvajoyeke nîqaşa “Yekîtiya Netewî” dihate kirin de ji ber ku PDKê bi dewleta Tirk a faşîst re hevkariya xwe xurt kiriye, di êrîşên li Maxmur û Zînê Wertêyê de û di planên êrîşê ya li ser Qendîlê de cih girtiye, hêrs û çalakiyên helwestî yên gelê Kurd li hemberî PDKê natebite. Ciwanên Kurd di 30ê Nîsanê de li bajarê Fransa Parîsê, li bajarên Elmanya Berlîn û Hannoverê di nav çalakiyan de bûn.
Berlîn
Li Berlînê ciwanên Kurd, di şahrêya li aliyê Tegelê de çalakiya serkêşiya sivîl pêk anîn. Di seatên êvarê de ciwanên ku ala PKKê rakirine, ji bo demeke kin hatinûçûyîna rê asteng kirin û diruşmeya “Bijî Serok APO” avêtin. Ciwanan, daxuyaniya xwe ji ajansê me re şandin û gotin;”PDKê yekser dawiya xiyaneta xwe ya li ser gelê Kurd bîne û dewleta Tirk a faşîst jî ji xakên Kurdistanê derkeve yan jî em ê çalakiyên xwe hê mezintir bikin”.
Parîs
Li hemberî şehîdkirina 3 gerîlayên HPGê ku li Zînê Wertêya girêdayî herêma Baleyakatî ye û herêmên Qendîl û Karoxê jî li hev girêdide, şehîd ketibûn û ji aliyê PDKê ve jî bi balafiran hatibûn xistin û li hemberî aldaliqandina PDKê ya li Zînê Wertêyê û li hemberî hevkariya PDK û MÎTê, ciwanên Kurd, di seat 21.00an de çalakiyek li dar xistin.
Ji aliyê ciwanên Apoger ve, li ber nûnertiya PDKê ya li Parîsê panqarta “Erdogan=Barzanî: Êdî Bes e PDKê” hat daliqandin û ji PDKê re peyama hişyariyê hat şandin. Her wiha ciwanan, li ser lewheya nûnertiyê “PKK” û “HPG” nivîsîn û xêz kirin. Ciwanan, bi daxuyaniya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a li ser yekîtiya neteweyî ve jî bang li PDKê kirin da ku ji xiyaneta xwe vegere.
Hannover
Li bajarê Elmanya Hannoverê jî ciwanên Kurd, di 30ê Nîsanê seat 19.00an de li ser pireke li hemberî dagirkerî, hevkarî û xiyanetê panqartek daliqandin. Ciwanên ku panqarta “Destên xwe ji Qendîlê vekişînin”, “Qendîl ya me ye”, “Bimre Xiyaneta PDKê” hatine nivîsîn daliqandine û gotin ku, ew dixwazin bi vê çalakiyên xwe planên dagirkirinê ya dewleta Tirk a faşîst û xeta PDKê ya hevkar û xayîn teşhîr bikin. Ciwanên Kurd, di daxuyaniyên xwe de wiha gotin; “Li ser Qendîlê êrîş nayê pejirandin. Em ê li hemberî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst û qetlîamker û xeta PDKê ya hevkar û xayîn her roj li qadan bin. Em ê li hemberî dagirkeriyê, hevkariyê ê xiyanetê têkoşîna xwe mezin bikin. Çi karê dewleta Tirk a dagirker û qetlîamker û çi jî karê PDKê ya hevkar li Qendîlê nîn e”.