STENBOL – Ji ber şewba vîrûsa koronayê DÎSK, KESK, TTB û TMMBO’ê biryar dan ku 1’ê Gulanê îsal bi rengekî girseyî pîroz nekin, li şûna vê îro li ber Peykerê Taksîmê pîrozbahiyeke sembolîk bikin.
Beriya pîrozbahiya 1’ê Gulanê ku ji ber şewba vîrûsa koronayê dihate xwestin li meydana Taksîmê bê lidarxistin, polîsên faşîst dor li avahiya navendî ya DÎSK’ê ya li Beşîktaşê girt.
POLÎSAN ÊRIŞ BIRIN SER SENDÎKAVANAN
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û rêveberên sendîkayên ser bi konfederasyonê ve piştî demekê li dû çelenga 1’ê Gulanê ji avahiyê derketin. Lê belê polîsên faşîst pêşî li Çerkezoglû û rêveberên sendîkayan girtin. Li gel hevdîtinan ji wan re hate ragiahndin ku wê destûrê nedin ber bi Taksîmê ve bimeşin. Rêveberên sendîkayê jî li gel astengiyan ber bi Taksîmê ve meşiyan, lê polîsan êriş kirin.
YÊN HATIN DESTGÎRKIRIN
Çeleng jî ji aliyê polîsên faşîst ve hate parçekirin, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û gelek kes hatin destgîrkirin. Sekreterê Giştî Adnan Serdaroglû, Endamê Desteya Rêveber Seyît Aslan, Serokê Giştî yê Enerjî-Senê Suleyman Keskîn, Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Saglik-Îşê Erdogan Demîr, Sekretera Giştî ya Gida-Îşê Olcay Ozak, Endamê Desteya Rêveber a Bîrleşîk-Metal Îş Seyfettîn Gulengun, Serokê Şaxê Stenbolê yê Tekstîl Senê Asalettîn Aslan, Pisporê DÎSK’ê Farûk Işik, Pisporê Sosyal-Îşê Cemal Bîlgîn, rêveberê Bîrleşîk-Metal Îş Mûhammet Yûrtsever, Sekretera Giştî ya Halkevlerî Ozge Ozan, endamê Halkevlerî Ersîn Kîrîş, Şêwirmendê Parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay Polat Denîş Gulşen hatin destgÎrkirin.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û sendîkavanên din ên hatin destgîrkirin birin emniyetê.
Parlamenerê HDP’ê Mûsa Pîroglû, Parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay, Parlamenterên CHP’ê Tûran Aydogan û Alî Şeker jî di nav de gelek kes li avahiya Navenda Giştî ya DÎSK’ê ne.
KARKERÊN ÎNŞAETÊ HATIN DESTGÎRKIRIN
Li Osmanbeyê jî endamên Yekîtiya Têkoşînê Gamze Nîhal Îyidogan û Sena Şat ên pankarta “Bijî 1’ê Gulanê” hildan û dest bi meşê kirin, her wiha nûçegihana Onsoz TV Ekîn Sû Aktaş bi êrişa polîsan hatin destgîrkirin.
Li Kadikoyê 10 kesên ji Sendîkaya Karkerên Înşaetê û Ûmût Senê li gel qedeeyê daketin qadan û daxwazên 1’ê Gulanê anîn ziman, lê bi êrişa polîsan hatin destgîrkirin.
ÊRIŞ Û ÊŞKENCEYA LI SER CIWANÊN ŞOREŞGER
Endamên Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Yekîtiya Têkoşînê, Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger, Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hewl dan ji Navenda Bazarê ya Cevahîr a Mecîdiyekoyê ber bi Taksîmê ve bimeşin. Koma ji 10 kesî bi dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê” meşiyan, lê polîsan êriş birin ser wan. Polîsan li ciwanan dan û nehiştin ku endamên çapemeniyê jî dîmen bikişîne. 10 kes bi kelepçekirî hatin destgîrkirin û ew birin Emniyeta Vatanê ya Stenbolê.