NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê şerê di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li gundewarên Helebê, şopand.
Navenda çavdêriyê got ji şevê din ve di navbera çeteyên Ceyiş El-Şerqiye, polîsên leşkerî û çeteyên Artêşa Niştîmanî de li gundewarên bakur rojhilatê Helebê şerên dijwar rû didin.
Navendê destnîşan kir ku çeteyên Ecnad El-Şerqiye, çeteyên Ensar El-Şerqiye û Firqet 106`an ku endamên wê ji parêzgeha Dêrazorê ne sewqiyatên leşkerî ji Efrînê û Idlibê anî da ku destekê bidin çeteyên Ceyiş El-Şerqiye û Ehrar El-Şerqiye.
Navendê diyar kir ku çeteyek ji Ceyiş El-Şerqiye û yek ji polîsên leşkerî hatin kuştin her wiha 5 çeteyên din jî birîndar bûn.
Navendê got artêşa Tirk a dagirker tenê li şerê di navbera komên çete de temaşe dike.
Niha rewş aram e, lê alozî hîna didome û hemû çeteyên li wir di nava amadekariyê de ne.