HESEKÊ – Piştî du rewşên Koronavîrs li bajarê Hesekê hatin isbatkirin û hêzên Ewlekariya Hundirîn qedexeya çûn û hatinê li ser taxa Umran ferz kir, xwesteka li ser alavên xweparastina ji vîrusê zêde bûn û di nav de mask in.
Ji ber xwesteka zêde û buhayên bilind li bajêr Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê bi koordînasyona Desteya Ciwan û Werzîşê 850 mask bê pere li şêniyan belav kir.
Ev insiyatîf ji rêze insiyatîfên mirovî ku yekîtiya gel li beramberî Koronavîrus, diyar dike.