NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker li ser navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî kantona Girê Spî geriyan û li gundê Dildara yê Til Temirê jî topbaran pêk hat.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dildara yê navçeya Til Temirê bi obusan topbaran kirin. Di heman demê de balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker li ser navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî kantona Girê Spî geriyan.