QAMİŞLO – Ciwanên PYD`ê bi hevkariya Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca guhdana bi jîngehê 200 dar li naverasta rêya giştî ya nêzî têketina rojavayê bajarê Qamişlo çandin.
Meclisa Ciwanên PYD’ê 19`ê Çileya 2020`an dest bi hemleya “Berxwedan Jiyan e” kiribû û çandina van 200 daran jî di çarçoveya qonaxa duyemîn a hemleyê de pêk hatiye.