Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê şehîdên meha Gulanê bibîr anî

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê, di kesayeta Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn ên 2’yê Gulana 1982’an de şehîd bûbûn, hemû şehîdên meha Gulanê bibîr anî.

BEHDÎNAN – Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê ya têkildarî Şehîdên Meha Gulanê daxuyaniyek nivîskî parve kir got: “Di destpêkê de di şexsê hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn ên di 2’yê Gulana 1982’an encama xeta xiyanet û koplogeran de ku tim di civaka Kurdistanê de weke birîneke xwîn jê tê û mêtinger dixwazin pêş bêxin, şehîd bûbûn, hemû şehîdên mezin ên meha Gulanê bi heskirin û minet bibîr tînin; didin diyarkirin ku bîranînên wan li ser bingehê serketinê û hesab ji mêtinger û hevkarên wan bixwazin.”

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê diyar kir ku têkoşîna azadiya Kurdistanê bi ked û hewldana 40 salî gihişte roja îro û got: “Tevgera Azadiya Kurdistanê bi destkeftiyên bi xwîna 40 hezar şehîdî hatî bidestxistin îro li cîhanê weke tevgera gerîla ya herî dem dirêj têkoşînê dike. Ji bo vê ‘PKK Partiya Şehîdan e’.”

Komîteyê destnîşan kir ku li çar aliyên Kurdistanê têkoşînek bê eman tê kirin û got: “Hesabê her dilopeke xwîna şehîdên me hatiye xwestin û wê teqez tola wan bê hilgirtin. Li ser her bosteke ya Kurdistanê xwîna hevrêyekî me heye, bi domdarî bi xwîna xwe warên azad av didin. Li ser bingehî rast ê xwîna şehîdan her bersiva bê dayîn wê rêya jiyana azad a me ronî bike. Rêber Apo û PKK hemû têkoşîna xwe li gorî vê rastiyê şer dike. Ji bo vê ye ku ‘A Tevgera PKK’ê dike PKK rastiya şehîdên tê dayîne.’”

Komîteyê bal kişand ser hilweşîna desthilata faşîst a AKP/MHP’ê û got: “Hikûmeta faşîst a AKP/MHP’ê niha demê desthilata xwe ya herî qels dijî. Rejîma faşîst a AKP/MHP’ê a di dijminahiyê de sînoran nas nake, tevgerên li dijî mirovahiyê û derveyî pîvanên exlaqî dike. Li tevahî cîhanê ti mînakên mîna dewleta Tirk nîne. Eger ku mirov qanûnên şer li ber çav bigire, li dijî mirovên ku li cîhanê koç kirine her çendî dijminê hev jî be, li dijî cenaze û goristanan ti bêrêziyek nayê kirin. Lê dema ku mijar bû têkoşîna azadiya Kurdistanê û li pêşberî wê jî rejîmeke faşîst a AKP/MHP’ê hebe, mixabin her cûre pêkanînên bê exlaqî, der mirovî tên kirin.”

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê diyar kir texrîbkirina şehîdgehên li Êlih, Çewlik, Wan û Geverê, dîsa jêbirina navên şehîdan a ji aliyê vê desthilata AKP’ê ve mînaka vê ya ber bi çav e. Komîteyê got: “Divê malbat û gelê me yê welatparêz vê yekê baş bizane ku rejîma faşîst a AKP/MHP’ê ji têkoşîna azadiyê ya şehîdên me bi canê xwe avakirî pir ditirsin, ji ber vê ewqasî êrîş dikin. Carekî din êrîşên li ser şehîdgeh û cenazeyên şehîdên me dide nîşandan bê ka dijmin çiqasî qels, lewaz û ketî ye.”

Komîteya Xebatên Şehîdên PKK’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Gelê me yê welatparêz û hevrêyên me yên bi nirx, xwe li cenazeyan jî ranagirin. Texrîbkirina şehîdgehên ji aliyê gelê me ve bi kedekî mezin hatî çêkirin nayê qebûlkirin. Bêrêziya li şehîdgeh û şehîdan bêrêziya li hemberî mirovahiyê ye.

Ji bo vê dibêjin xwedîderketina li şehîdan xwedîderketina li mirovahiyê ye. Pêşîgirtina li texrîbkirina şehîdgehan rizgarkirina rûmeta mirovahiyê ye. Eger ku ala jiyana azad a şehîdan ji bo me weke mîras hiştî bê li badan, divê bi teqez hesab jî vî dijminî bê xwestin, em rê nedin ku destdirêjî pîroziyên me bê kirin.

Em Komîteya Xebatên Şehîdên PKK’ê didin diyarkirin texrîdbkirina şehdgeh, gorên hevrêyên me yên şehîd nayê qebûlkirin, em ê hesabê v ê bixwazin. Xwedîderketina li hevrê û zarokên xwe erka serekî ya gelê me yê welatparêz e. Divê gelê me li dorî, şehîdgeh û gorên şehîdan bibe yek, di demekî wiha de xwedî li hev derkevin. Em gel bikarin bi hêz li dorî bîranînên şehîdên xwe bibin yek û piştevaniyê bikin, em ê bikarin vê hovîtiya dijmin bidin rawestandin, welatekî azad ava bikin.

Sekin, berxwedana malbata hevrêyê me Egîd Îpek ê bi rêya kargoyê ji bo malbatê hatî şandin, dîsa dayika me ya bi nirx a li hember texrîbkirina gora keça xwe Sevda Serînyel a di nobedê de gelek bi nirx e. Divê çalakiya dayîka Hakîfe Serînyal bi tenê neyê hiştin. Tişta herî zêde rejîma faşîst ditirsîne hêza gel e. Ji bo vê divê ji her demê îro piştevanî bê kirin, têkoşîna ku şehîdên me bi canê xwe ava kirî mezin bikin. Divê malbatên me yên şehîan ji her demê bêhtir xwedî li zarokên xwe derkevin.

Em Komîteya Xebatên Şehîdan tînin ziman ku xwedîderketina li nirxên ku Tevgera Azadiyê ava kirî, xurtkirina têkoşînê erkekî esas e. Carekî din di şexên şehîdên meha Gulanê de hemû şehdên têkoşîna azadiyê bi heskirin û minet bibîr tînin; soza xurtkirina têkoşînê didin.”

Nivîsa Pêş