NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîlayan gotin: “Dayê Can, ya ku hevalê Egîd kir Egîd tu bûyî. Ya ku rêheval Egîd bi exlaqa azadiyê mezin kir tu bûyî. Dayîka ku di nav serhildanan de li ser milên xwe, Egîdê zarok mezin kir tu bûyî. Îro tu bûyî dayika me hemûyan. Te Egîdek da Kurdistanê em ê Kurdistaneke azad bidin te.”
Peyama gerîlayên Rojhilat a ji bo dayika Halîse Îpek wiha ye:
“Ey dayika Egîdan,
Ey dayika ku qehremanan mezin kirî,
Dayika Kurdistan,
Dayika hemû gerîlayên azadiyê,
Dayika dilpola,
Ey rêhevala Rêber Apo
Dayê Can, şehadet ji bo me mertebeyeke pîroz e. Şehadet di rastiya PKK’ê de heqîqeta herî bilind e. Nirxa herî pîroz e. Şer, têkoşîn û berxwedana me ji bo sê nirxên me yên bingehîn in; Rêber Apo, şehîd û gelê me. Rêber Apo bi fikir, felsefe û keda xwe însaniyeta me bi me da naskirin. Em serbilind kir di nav alema cîhanê de. Em Kurdên kole anî asta azadiyê. Kir xwedî rûmet û nasname. Loma jî nirxa me ya herî bilind Rêber Apo ye.
Şehîd bi xwîna xwe tevahî nirxên mirovahiyê bi me dan qezenckirin. Bûn pêşengên jiyana me ya azad. Di şexsê xwe de îspat kirin ku ew azad in, pîroz in. Bi dil û can xwe feda kirin, derbên herî kujer li dijmin dan û vê jiyana xweş ji me re afirandin. Lewma jî em îro dikarin li ser van çiyayan, li deşt û bajaran mîna însan bijîn. Em bi berdewamî manewiyata xwe ji hevrêyên xwe yên şehîd digirin. Ji bo heyf û tola wan ji dijminên xwînxar bistînin em şer dikin û dijîn.
Gelê me yê welatparêz, dayik û bavên me, hemû însanên me, hûn hêja ne ji bo jiyaneke bi rûmet. Hûn hêja ne ji bo ku mirov di oxira we de canê xwe feda bike. Em ewladên we, bi sond û peymana heta ji bo we jiyaneke azad û demokratîk ava nekin em ê deqeyek nesekinin.
Dayê Can, ji dema ku me vê nûçeya biêş bihîst ve êş û hesreta te ket dilê me hemû hevalan. Em hemû bûn Egîd, me xwe avêt hembêza te û te maç kir. Dema me dîmenên hevalê xwe Egîd dît me di rûyê hevalê Egîd de masûmiyeta milayketan dît. Di kenê ser lêva Hevalê Egîd de germahiya azadiyê dît. Heta hestiyê mêjiyê me, li me bandor kir. Kenekî kulîlkî, mîna kulîlkên biharê, hema tu dixwazî bêhn bikî, temaşe bikî.
Weke ku bi hezar salan in em bi hev re bin nas û şîrîn e hevalê Egîd.
Zarokê welatê me Kurdistan, welatê bihuştî. Zarokê dayîka qehreman.
Dayê Can, ya ku hevalê Egîd kir Egîd tu bûyî. Ya ku rêheval Egîd bi exlaqa azadiyê mezin kir tu bûyî. Dayîka ku di nav serhildanan de li ser milên xwe, Egîdê zarok mezin kir tu bûyî. Îro tu bûyî dayika me hemûyan. Te Egîdek da Kurdistanê em ê Kurdistaneke azad bidin te.
Dayê Can, em gerîlayê Rojhilatê Kurdistanê, ji kêliya ku me ew nûçe bihîstî ve sebir û hedara me nayê, û heta roja ku em heyf û tola te ji dijminê xwînxar nestînin jî wê neyê! Em ê xeyalên hevalê xwe Egîd nîvî nehêlin. Em ê mexsed û miradên wî bibin serî. Em sond û peyman didin ku em ê Kurdistana Azad diyariyî te û hemû dayîkên hevalên xwe yên şehîd bikin. Ji bo vê jî em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin. Şer bikin bo ku Rêber Apo bi fizîkî azad bikin û tu ji Rêber Apo re bibêjî; “Va ye, min Egîdekî wiha mezin kir ji bo Kurdistanê.”