NAVENDA NÛÇEYAN – Li seranserî cîhanê roj bi roj bîlançoya vîrûsa koronayê giran dibe. Li seranserî cîhanê ji ber vîrûsa koronayê heta niha 258 hezar û 353 kesan jiyana xwe ji dest dane. Herwiha 3 milyon, 728 hezar û 48 kes pê ketine. Milyonek û 242 hezar û 500 kesên pê ketine jî sax bûne.
Li gorî daneyan, li cîhanê 2 milyon û 227 hezar û 191 kesên bi vîrûsê ketine yan di karantînayê de ne yan di bin çavdêriyê de ne. Rewşa tenduristiya 49 hezar û 243 kesan xerabe.
Emerîka di rêza yekem de cih digire. Heta niha li Emerîka milyonek 237 hezar û 633 kes pê ketine. 72 hezar û 271 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha piştî Emerîka Brîtanya tê, heta niha 29 hezar û 427 kesan jiyana xwe ji dest dane. Piştî van herdu welatan Fransa tê, li Fransayê 25 hezar û 531 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Piştî Fransa, Elmanya, Tirkiye, Berazîlya û Îran di rêzên pêk dene ku li her yek ji van welatan nêzî 100 hezar kes bi vîrûsê ketine. Li Berazîlya 7 hezar û 958 kesan jiyana xwe ji dest dane.