Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
“Fikrên derketina kapîtalîzmê weke encameke xwezayî yapê şketina aborî dibînin, di vê komê de cih digirin. Nexasim Marksîzm ji vî aliyî ve hêsan û besît kirine û kirine ku bi tenê ekonomîzm jê bimîne. Weke ku hewldane kapîtalîzmê mîna modeleke ekonomîk fêhm bikin. Ji ber vê yekê, fena ku ekonomîpolîtîka danîbin serê quncika civaknasiyê, jêre cih veqetandine. Di avabûna dewleta modern de hin biryarên der barê jiyana ekonomîk de dane, weke zanistê hatine disîplînekirin.
Ji ber ku kapîtal, ango sermaya karê dike li bazarê buhayên alavan îstîsmar dike, di çêbûna vê fikrê de dibe xwedî roleke girîng. Weke ku ji dîrok, civak, desthilatdarî û tevahiya pêşketina şaristaniyê qut pêşketineke kapîtalîst mumkin be. Meyleke bi vî rengî xuya dike. Bi awayekî paradoksî kesên herî zêde antîkapîtalîst xwe dihesibînin, bi awayekî kapîtalîzm hîç heq nake, wê li cihekî welê didin rûniştandin qaşo bi vî awayî li dijî kapîtalîzmê şer dikin.
Mirov dikare aborînas û siyasetvanên bi eslê xwe ji Ingilistanê fêhm bike. Ji ber ku li vî welatî kapîtalîzm bi ser ketiye, mirov li bendê ye ku ew ekonomiya nû bikin model. K. Marks li ser vê modelî ponijiye û weke rexneyeke li ekonomî û siyasetvanên Ingilîz, hewldanên wî gelekî girîng in, û têra xwe rewşê rave dike. Bê şensî ew e ku berhema Marks nîvco ma û Marksîstên piştî wî jî hatin ew bi temamî karîkaturîze kirin. Yek ji kêmasiya wî ya bingehîn ku mirov dikare diyar bike, ew e ku têkiliya kapîtalîzmê bi desthilatdarî û dewletê re bi rêkûpêk analîz nekir û ji hev dernexist. Hewl daye rola îdeolojiyê diyar bike. Der barê zêhniyeta kapîtalîzmê de hin caran ravekirinên wî têra xwe xurt in.
Lê ew bi nêrîna pozîtîvîzmê ya li bûyeran, xapiya. Di dema Rohnîbûnê de îdeolojiya berdilê her kesî pozîtîvîzmê ji zû ve mohra xwe li atmosfera entelektuelan xistibû û wî jî bi nêrîna vê îdeolojiyê ya li bûyeran, analîz kirine. Bawer kiriye û guman nake ku weke zanista fizîkî mirov dikare zanista civakê jî bike. Ev helwesta wî, hiştiye ku xebata wî ya bi navê Kapîtal a gelekî hêja ye, berdar nebe û kiriye ku mîna pirtûkeke dînî were şîrovekirin. Jixwe ya mirîd jî bikin diyar e. Şîroveyên Lenîn ên der barê emperyalîzm, kapîtalîzma yekdestdar û dewlet-şoreşê de hewldanên ku ji felsefeya dema Ronahiyê nebihurîne ne. Dîsa tevî ku gelek fikrên kêrhatî pêşkêş kirine jî, nebûna kapasîteya wî ya bihurandina ji modernîteya kapîtalîst, di serneketina ezmûna Sovyetê de jî dibe yek ji sedemên sereke.
Şîroveyên anarşîstan der barê kapîtalîzmê de jî bi giranî ekonomîk in. Mîna ku kapîtalîzmê bi ekonomîkbûnê mehkûm bikin, bawer kirine ku wê hilweşe. Têgihiştinên bi pozîtîvîzmê seqetbûyî; çi ye, ne çi ye qanûnên zanistê hene. Ekonomî jî zanistek e. Ji lewra qaûnên wê jî hene. Li gorî van qanûnan, ji ber ku krîz û arîşeyê diafirîne, kapîtalîzm sîstemek e ku wê nikaribe bimîne. Eger wisa be, wê wextê divê mirov van qanûnan bi lez bikêrhatî bike. Encam, kapîtalîzm ê hilweşe û li şûnê komînîzm ê ava bibe! Li ser hîmê van fikran civak rast nayê binavkirin. Civak bi giştî li derveyî îdeolojiyên dema Rohnîbûnê xwedî sîstemekê û hata kaosekê ye. Ekonomî jî di navê de, bi tevahî avahiyên sazî û zêhniyetê yên civakê bi xisletên xwe ji zanistên weke pozîtîf têne bi navkirin cihê ne, û rewşa wê ya çalakiyan bi pirranî xwedî xisletên kaosê ye ku ev yek jî helwestên gelekî cihê yên çalakiyan û çareseriyan hewce dike.
Di çarçoveya rohniya van rexneyan de em dikarin pêwendiyên di navbera ekonomî û kapîtalê ango nîzama sermayeyê de bidin fêhmkirin. Belkî nakok xuya bike, lê ya pêşî divê em bikin ew e ku em kapîtalîzmê ekonomî nehesibînin. Eger em kapîtalîzmê weke rejîmeke siyasî analîz bikin, ev dikare me hinekî li kara wê ya di naveroka wê de cih digire, serwext bike. Girîng e ku em li vir nekevin reduksiyona dewlet û desthilatdariyê. Ango em ê ji ekonomîzmê ber bi desthilatdariyê ve, bi ber bê nekevin. Eger civaknas Max Weber li şûna nirxandina xwe ya bi navê ‘Exlaqê Protestan û Kapîtalîzmê’ yekser kapîtalîzm weke terîqetekê şîrove bikira, wê şensê wî yê ravekirinê zêdetir bûya. Fernand Braudel dixwaze derketina kapîtalîzmê bi hewldana wê ya li bazarê kontrolkirina buhayan, rave bike. Marks jî di navê de, ev şîrove bi tevahî girîng in, lê kêmasiya wan a bingehîn ew e ku timî xwe mecbûr his kirine mijarê ji awirê ekonomiyê rave bikin.
Li gorî min, kapîtalîzmê ji destpêkê ve xwe weke eskerî, siyasî û çandî bi rêxistin kiriye, ji rêûresmeke kevin a rêxistinî tê ku bi xasûkî di serî de danehevên maddî nirxên civakî desteser kirine, ha vê rêxistiniyê ji sedsala 16’an û pêve li Rojavayê Ewrûpayê weke civakeke serdest şikil girtiye û bi gewde bûye. Zilamê bi hêz ê pêşî tevî koma xwe ya rêbirr û tolaz nirxên civakî yên li dora jin-dayikê desteser kirin û em dikarin kapîtalîzmê weke xeleka modern a vê rêûresmê bi nav bikin. Li Ingilistan û Hollandayê, berê jî li bajar-dewletên serkêş ên Îtalyayê Cenova, Floransa û Venedîkê, komên kapîtalîst ên pêşî bi dewletê re di zikhev de weke terîqetekê jiyana wan a taybet hebû, bi tiştên nû dikirin bi hostayî pere ji piyasê dimêtin, li bazarên li her devera dinyayê belav bûbûn, bi buhayê alavan dilîstin û bi vî awayî nirxeke mezin desteser dikirin û wexta hewce dikir bêfikar serî li darê zorê didan. Ango kapîtalîzm çalakiya wan komên xwediyê mejiyê analîtîk e. Li hin deveran mirov ji van kesan re dikare xanedan, arîstokrat û bûrjûwa jî bibêje. Ji dizek û heramiyên serdema navîn û destpêkê cudahiya wan a bi tenê û girîng ew e ku bi giranî li bajaran rûdiniştin, bi otorîteya dewletê re ketibûn zikhev û wexta hewce bikira bi awayekî sernuxumandî û di dereceya duyemîn de serî li darê zorê didan. Li gorî xuya dike, rêzik û pîvanên ekonomiyê hene. Ew jî li gorî van rêzikan bi mejî û pereyê xwe yê pêşî, karê dikin. Eger li dîroka kapîtalê baş hûrûkûr were kolan wê were dîtin ku nirxê vê helwestê bi temamî bi qasî çîrokekê ye.
Di şerên mêtingehan de wexta danehevên pêşî ti rêzik û pîvanên ekonomiyê tinebûn. Li Portekîz, Spanya, Hollanda, Franse û hînê berê jî li koloniyên bajarên Venedîk û Cenovayê rasterast bi temamî bi darê zorê danehevên kapîtal ên pêşî bi dest hatibûn xistin. Hem li bazarên welatên nêz, hem jî li qadên mêtingeriyê tespîtkirina van rastiyan zehmet nîne. Ji Çil Heramiyan paşê efendî çêbûne. Begzade çêbûne. Mirov ji çil heramiyên modern re efendiyên bûrjûwa bibêje, ev ê ne ji modeyê wêdetir be. Disîplînên bi navê aborînasiyê fonksiyonên wan ên bingehîn ew in ku ser cewherê meseleyê bigirin. Kîjan teorî di van mijaran de pêşkêşiyeke serketî bike weke berhema sereke lêkolîna wê tê kirin û xelatê didinê. Bi qasî zanista diyardeya ekonomiyê, ti zanist bi rastiyan nelîstiye û rastî berevajî nekirine. Aqlê bûyeran dihûne, berevajîkirina wî ya herî mezin di qada polîtîk-ekonomiya kapîtalîst de derdikeve pêşiya me. Modernîteya kapîtalîst sîstema bi tenê ye ku xwedî luks e, bi temamî li ser vê zanista qelpezaniyê mezin bibe.
Ekonomî yan jî bidestxistina objeyên jiyana maddî, yek ji pirsgirêka bingehîn a zindîtiyê ye. Ji bo pêkhatina beridandinê, ekonomî amûrek e. Sîstema zindî, bi riya metabolîzmayê objeyên li gorî hezma xwe ji derve peyda dike û bi vî awayî hebûna xwe dewam dike. Rêzikeke gerdûnî ye; bi cihêbûnê beridîn jiyanê domdar dike. Ji bo bi awayekî pirr zêde pêşî li pirrbûna cinsekî bigire û cinsên din jî ji dagirkeriyê biparêze ango ji bo pêşî li tinebûna wan bigire, timî weznek an jî rewşek li ber çav girtiye. Ji bo mişk pirr zêde nebin û nebatan tine nekin bi mar pêşiyê li zêdebûna wan digire, ji bo bizin, mîh û heywanên din hemû yên mîna dewaran giha û nebatan talan nekin bi heywanên dirinde pêşî li zêdebûna wan girtiye û weznek daniye û rê daye hebûna cinsên wan. Gelo xweza çima bi vî awayî diberide? Mirov li gorî encamê dikare bersiva vê pirsê bide. Li gorî min, sedema bingehîn a vê yekê ew e; sîstema zindiyan bi vî awayî xwe domdar dike. Gelo mirov ji vê re dikare bibêje hovîtiya xwezayê yan jî dadperweriya wê? Ev guftûgoyeke cuda ye. Dîsa gelo ev yek encama mejiyekî pêşketî ye, yan jî têkiliya xwe bi paşve mayînê re heye? Xusûsa tê pirsîn, gelo mirov vê mijarê bixe çarçoveya metafizîkê yan na jî li gorî min pirseke manedar e, û divê mirov van pirsan weke yên der barê gerdûnê de bibîne û bi mejiyekî analîtîk li ser rawest e. Mirov dikare têkiliya wê bi hebûnparêziyê (existentialism) re deyne.
Bersiva mirov bide van pirsan ew e ku beridîn hostatiyê timî li ber çav digire. Bi awayekî din, di rêveçûna gerdûn û zeman de hostatiyek, gera li seridandinê, kemaliyetê heye yan jî wer xuya dike. Naxwe em ê beridînê heta bi mirov û pêşketina mirov weke civakeke teng çawa rave bikin? Eger bi tevahî şêr an jî dewar hebûna wê naverast dagir bikirana û belkî jî jiyan ji asta kevzên destpêkê wêdetir neçûya. Beridandina bi heybet a heta bi mirov rê li pêkhatineke mîna wicdan û exlaq jî vekiriye. Maneya vê çi ye? Dilovanî û dadperwerî! Mirov vê rêzikê jî weha dikare îfade bike: ‘Eger fikir yekbûya, gur û mîh wê bi hev re bijiyana.’ Di vir de jî rêzika gerdûnîbûnê veşartiye. Gelo biratiya gur û mîhê mumkin e? Tevgera mirov nîşan daye ku ev yek mumkin e. Ango mirov bifikire û bixwaze ku mirov nabe gurê mirov, armanceke dest jê nabe ya mirovbûnê bi xwe ye. Jixwe demekê pêşiyên gur û mihê yek bûn. Piştre ji hev cihêbûn. Herdu jî çima bi kêmanî ji bo xwişk û biratiyê nebin yek û nekevin ser vê rêyê? Ev qet nebe weke teorî mumkin e, û em li gelek mînakên di vî warî de rast tên.
Ez van xusûsan ji ber vê dibêjim: kapîtalîzm ji bo derketina xwe kêm bûyerên hovane yên em di beridandinê de dibînin ji xwe re weke mînak nîşan dide, lê bi mînakên me dan eşkere ye ku ev îdîaya wê tewş e. Em dikarin bersiveke balkêştir bidin û weha bibêjin: ji kevzên destpêkê ber bi kevzên bejî ve, ji wan jî ber bi darên bi heybet, ji vir jî sîstema bi mîlyonan zindiyên gihaxwir (heywanên hev naxwin) heye, em ê van mînak negirin, çima em ê çend mînakên ku weke kansêra beridandinê bin, mînak bibînin? Ez divê weke pêşekekê bibêjim ku di qanûnên beridandina xwezayî de cih ji teoriyên derketina kapîtalîzmê re tineye. Timî artêşa bê karan zêde dike û bi vê yekê dixwaze heqdesta kêm di rojevê de bigire. Cihê vê prensîba wê jî di nav qanûnên xwezayî yên beridandinê de tineye.
Tespîteke biyolojîk e ku cinsê mirov, li ser hîmê civakbûnê hebûna xwe dewam dike û tevahiya qonaxên beridandinê di nava xwe de digire û tevdigere. Eger em zanistê bêyî ku tevlî dînê pozîtîvîzmê bibin şîrove bikin, divê em baş zanibin ku ev bi xwe tesbîteke muhteşem e. Ezli vir dixwazim bibêjim; çi ev xisleta cinsê mirov çi hêza wî ya hilbijartina exlaqî û çi jî xisleta wî ya dadgeriyê (derfeta tercîha azad) ez ê wan di Sosyolojiya Azadiyê de guftûgo bikim. Ez ê bi kurtî PÊŞKETINA AHENGDAR ya ku bi beridîna xwezayî ya pêşketina xwezayî re li hev e, bînim ziman. Dema min ev kir, ez ê hewl bidim îspat bikim ka çima divê em jiyana şaristaniyê ya xwe disipêre mezinbûna zêde ya bajaran û hêmanên dewlet û desthilatdariyê yên bi hiyerarşî û çînayetiyê mîna kulmozan mezin dibin, yan di kategoriya ‘zêde weke şêran’ de yan jî berevajî vê di kategoriya ‘zêde weke dewaran’ de bi cih bikin. Beriya her tiştî divê ez bibêjim ku bûyerên bi vî rengî kêm be jî reh û rîşên xwe di beridandinê de hene, lê em dikarin van bûyeran di beridandina mirov de weke nexweşiyekê, ji rêderketinekê, mirovxwariyekê yan jî bermahiyeke çor şîrove bikin. Her weha divê em baş fêhm bikin ku şêwazê ahenga xwezayî yê beridandinê ev nîne. Pirr eşkere û hêsan destnîşankirina rastiya ku bi bikaranîna xisleteke bermahî sîstema civakî ango xwezaya duyemîn nayê afirandin (ev wezîfeyeke li pêşiya akademîsyenan e) ne bes e, bi giştî di şaristaniyê de û bi taybetî jî di qonaxa kapîtalîzmê de ya esas ew e ku mirov vê weke prensîbeke misêwa û mayînde ya jiyanê şîrove bike. Naxwe ji serî ve em ê şîroveyên xwe yên civakî seqet bikin.
Fernand Braudel wexta derketina kapîtalîzmê şîrove dike, vê yekê dispêre hebûna derfet û îmkanên danaberhev û hêza çavdêriyê. Her weha ji aliyê dîrokî, civakî, desthilatdarî, çandşaristanî û mekanî yekpare di zikhev de digire dest, şîrove dike û bi vî awayî pirsgirêka rêbazê jî zelal dike. Li hemberî helwestên pozîtîvîst bi îhtiyat e. K. Marks di bin bandora zêde ya Rohnîbûnê de zanista pozîtîvîst dike bingehê xwe û ji bo ekonomiyê bike zanistek têra xwe bi îddîa ye. Ji ber ku civaknasî hînê bi çarpîkan diçe para xwe di vê rewşê de heye. Di zanistê de misogerî û li ser xetekê qewimîna bûyeran ji zû ve weke ‘amantû’yekê di mejiyan de cih girtibû, bist bûbû. Romantîzmê wexta hewl da vê xetê hilweşîne, berovajî bi îradeperestiyê ji rê derket û bi vî awayî, pirsgirêkên zêhnî hê girantir kirin. Helwesta Nietzsche ya bi giranî bi mejiyê hisî, guherbar (relativizm) û li dora xwe dizîvirê zêde nehat pêşxistin. Di vê hengameya zêhnî de lîberalîzm hema bêjin lotika dide û meydan jêre maye. Kapîtalîzm zanista fizîkî ango kîmya, biyolojî û matematîk jî di navê de bi pozîtîvîzmê re dike felsefe bi gotineke rasttir dike dîn û di heman çarçoveyê de rastiya civakî bi lîberalîzmê dike felsefe û dîn. Li ser vî hîmî di şerê îdeolojîk de bi ser dikeve û bi sedsala 19’an re globalbûna sîstemê êdî hema zelal dibe. Jixwe di şerê aboriyê de beriya hingî bi ser ketiye. Em van rexne û şîroveyên xwe hinekî din bi firehî bînin ziman wê baştir bibe.
Komên mirovan di nava zêhnê xwe de timî li objeyên maddî yên pêdiviya wan pê heye geriyane û xwestine baştir bikin; xwarin, bicihbûn, zêdebûn û parastin timî fikarên wan ên bingehîn bûn. Berê çi didîtin û peyda dikirin qîma xwe pê dianîn. Bicihbûna di şikeftan de, xwe baştir parastina li keviyên gol û daristanan û qedirgirtina dayika dizê jî ji ber van pêdiviyan bû. Her diçe nêçîrvanî jî dikeve dewrê. Hem xweparastin û hem jî xwe xwedîkirina bi goşt çanda nêçîrvaniyê xurt dike. Lê belê ji destpêka civakbûnê ve di navbera berhevkirina pincaran a jinê û nêçîrvaniya bi giranî bi destê zilam de tengezariyek û pêşketina beridînên çandî yên cihê têne dîtin. Li herdu aliyan jî bûyerên yekalî ango pêşketin û paşketin hene; yek ji wan her diçe dibe ‘mêrê weke şêran’, ya din jî gav bi gav dikeve nav çanda ‘jina weke dewaran’. Têgihiştinên cihê yên li ekonomiyê cara pêşî bi vî rengî hîmê xwe datînin. Di serdema neolîtîkê de çanda jinê derdikeve asta herî jor. Piştî dema dawî ya qeşayî ango ji 15 hezar sal B.Z. ve, nexasim li qûntara çiyayên Toros-Zagrosan gelek cureyên nebat û heywanan, dihêle ku mirov bi hûnandina jiyaneke mîna cennetê rabin. Ji wê demê heta roja me ya îro çemê mezin ê civakbûnê diherike bi dîroka nivîskî û şaristaniyê cihêwaztir bû û mohra xwe li globalbûnê xist. Rewşa kom û malikên zimanan jî berhemên vê demê ne.
Di vê dîroka dirêj a mirovatiyê de xusûsa bi tenê ya mirov dikare li ser kapîtalîzmê bibêje ew e ku mêrê çanda nêçîrvaniyê her ku çûye hegemonîk bûye. Bi qasî ku tê tespîtkirin çanda neolîtîk a di salên 10 hezarî B.Z. de mayînde bûye, bi giranî çanda jin-dayikê ye. Di pêvajoya berhevkirina nebatan de ji şikeftê derdikeve li kêleka wê li bin holikan bi cih dibe, tovên nebatan datîne û bi vî awayî rê li şoreşa gund û cotkariyê vedike. Li gorî erdkolanên arkeolojîk ên di roja me ya îro de ev çanda em behsa wê dikin li tevahiya Mezopotamya Jor, nexasim li hundirê qûntara çiyayên Toros-Zagrosê li Bradostiyan, Xerza, Amanos, li herêmên hundir ên qûntara çiyayên Torosa Navîn, Newala Çorî, Çayonu û Çemê Hallanê tê dîtin. Berhemê zêde hindik be jî êdî didin serhev û hiltînin.
Ne weke têgîn, lê weke cewher mirov dikare cara pêşî ekonomiyê di vê daneheva berheman de bibîne. Weke tê zanîn, gotina eko-nomos Yewnanî ye û maneya wê; qanûna xaneyê ye. Kengî malbatên li dora dayikê çêbûne bi erdê re mijûl dibin û zêde nebe jî hin qût û zad hiltînin û dixin kewaran, mirov dikare êdî behsa ekonomiyê bike. Lê ev danehev û hilanîna qût û zad ji bo bazirganiyê nîne, ji bo malbatê ye. Jixwe ekonomiya rast û insanî jî ev e. Ji ber ku mirov danehevên xwe diyarî hev dikin, kes çavê xwe ber qût û zadê hev nade. Bi vî awayî danehev ji bo mirovan nabe sedema tehlûkeyê. Prensîba ‘mal timayiyê tîne’ herhal ji vê demê maye. Çanda xelat û diyariyê şêweyekî girîng ê ekonomiyê ye. Bi ahenga pêşketina mirov re jî têra xwe li hev dike.
Çanda qurbankirinê jî mirov dikare ji vê demê bide destpêkirinê. Hatina aborî ya mirovan her diçe zêde dibe. Ji ber vê yekê, weke hurmeta wan a ji nasnameya wan re şêweyê qurbankirinê ji têgîna xwedayan re çêdibe. Bi vî awayî mirov dikare meselê fêhm bike û bibîne. Ji ber ku bereket malavahî û spasdariyê hewce dike. Têkiliyeke xwe ya xurt bi şoreşa cotkariyê re heye. Li gorî şêweyê koma mirovan ê beridîne, xwestine xwe bi nasname bikin, xwe mezin bikin, xwestine dua bikin, îbadetê bikin û bi pêşketina cîhana zêhnî hebûnên xwe pêşkêş kirine. Berhemên arkeolojîk vê fikrê bi awayekî balkêş piştrast dikin. Hînê bi awayekî berçavtir têgîna dayika xwedawend û dayika pîroz jî weke belgeyan li pêşberî me radiwest in. Pirrbûna fîgurên jinan jî vê rastiyê têra xwe piştrast dikin.
Lê tehlûkeya tirs jê heye wê paşê bê. Berhemê zêde yê bipê şketina zêhnî û ezmûneyê dikeve ser hev bi diyarî û xelatdayînê naqede, lê mêrê nêçîrvan ê li bend keys û firsendê ye, tevî karê xwe bazirganiya vî berhemê zêde jî dixe hişê xwe û li çanda xwe zêde dike. Li herêmên cuda berhemên cuda zêde dibin û ev yek bazirganiyê dixe dewrê. Berhem pêdiviyên beramberî hev ên aliyan tedarik dike, ev jî bi xwe re pîşeyê yan jî cara duyemîn dabaşkirina kar a civakî weke bazirganî û bazirgan derdixîne holê. Herçiqas bi fikaran barkirî be jî rewa dibe. Ji ber ku malên têne veguhestin dabeşkirina kar hêsan dike. Ew jî bi xwe re hilberîneke hînê bi bereket mumkin dike. Kengî li aliyekî zad û tevn, li aliyê din jî kanên madenê zêde dibin bazirganî jî manedar dibe.
Dîrok ji salên 4000 B.Z. de nîşan dide ku bazirganî bi awayekî berfireh heye. Li Mezopotamya Jêr dewleta bajêr a pêşî li dora sîteya Ûrûkê di salên 4000-3000 B.Z. de bi pêşketina şaristaniyê re ji Elam a li Başûr-Rojavayê Îranê û li Mezopotamya Jor li herêmên Elezîz û Meletiya îro koloniyeke bazirganan tê dîtin. Bi vî awayî cara pêşî deriyên mêtingeriyê vedibin. Beriya hingî jî di salên 5000-4000 B.Z. de em kolonîvaniya çanda beriya Ûrûkê serwer a El Ubeydê dibînin. Ev çand berî dewletbûnê yekemîn çanda bavikan e ku hatiye tespîtkirin. Bazirganî û kolonî di zikhev de ne. Di berdêla dîzik û berhemên tevnê de bi giranî alavên maden û kereste têne veguhestin. Bi bazirgan re bazar jî şiklê xwe digire. Navendên berê yên qurban û diyarî dayînê hêdî hêdî vediguherin bazarê. Bazirganê wê demê li gorî xwe buhayê berhemên herêmên cuda diyar dike û belkî mirov dikare wî weke kapîtalîstê destpêkê bi nav bike. Ji ber ku bi destnîşankirina buhayê alavan ew wer dibe xwediyê malekî ku heta wê rojê ti kes têde bi ser neketiye.
Em hînê di nava mijarê de ne, ji lewra divê ez bibêjim, dîsacara pê şî bi hev guhertina mal û tevgera bazirganiyê rê li pêvajoya metabûnê vebûye. Ji ekonomiya diyarîkirinê ber bi hev guhertina nirxê hînê gav nehatiye avêtin. Ji ber ku ji bo civakê ya esas nirxa bikaranîna mal û alavan e. Nirxa bikaranînê, ji bo tedarîkkirina pêdiviyekê, xisleteke mal e. Ji bo mirovan jî nirxa bingehîn ev e. Têgîna ‘nirxê pevguhertinê’ têra xwe cihê guftûgoyê ye. Ji lewra pirr girîng e ku mirov wê rast bi nav bike. Li gorî min, Marks jî di navê de gelek kesan ked xistine bingehê nirxê guhertinê ku ev cihê nîqaşê ye. Mirov kedê çi berçav û çi jî neberçav rave bike, timî nirxê guhertinê aliyekî xwe yê spekulatîf heye. Ferazî em bibêjin; bazirganê pêşî yê Ûrûkî li koloniya xwe ya li peravên Firatê xwest dizîkan bi kevirên madenê biguhere. Gelo kî wê nirxê guhertinê diyar bike? Em dikarin bibêjin; pêşî wê hewcedariya herdu aliyan, ya duyemîn jî wê însiyatîfa bazirgan. Eger xwesteka hewcedariyê zêde be, bazirgan çawa bixwaze wê li gorî dilê xwe nirxê diyar bike. Bi hêsayî dikare li şûna yekê diduyan, li şûna yekê çaran diyar bike. Tiştekî wî ji vê bigire nîne. Ji wicdanê wî, ya rastî ji hêza wî wêdetir ti tişt nîne wî bigire. Baş e, wê wextê rola kedê li ku ma?
Ez li vir bi tevahî faktora kedê li derve nahêlim. Lê ez îdîa dikim ku ya diyarker ew nîne. Di dîrokê de di tevahiya bi hev guhertinên mal de mirov dikare vê xusûsê bibîne. Car caran di reqabeta azad a kirîn û firotinê de mirov dikarin di asta wekheviyê de nêzî keda dane, bidin û bistînin. Lê ev danûstendineke zêdetir di asta teorîk a ked-nirxê de ye. Di pratîkê de ya diyarker spekulasyon e. Di hin rewşan de zêde mal dikeve ser hev. Wê wextê jî nirx û qîmeta wî dikeve binê sifrê. Îcar ji bo îmhakirina mal wekî din hewce bi kedekê heye. Em di vê rewşê de nikarin bibêjin nirxê kedê nîne, lê derdikeve holê ku ked xwedî roleke diyarker nîne. Dîsa yê xwediyê şensa afirandina tinebûn û zêdebûnê ye, hêza bazirgan bi xwe ye. Jixwe mal bi malan tê hilberandin. Di tevahiya dîrokê de bi keda danehev a hezaran kedkarên bê nav mal tê hilberandin. Baş e, gelo wê kîjan mekanîzmayê karibe berdêla heqê xwediyê keda qeşagirtî bide? Em wexta pîşesazan û heta bi tevahî çalakiyên civakî yên hewcedarî bi wan heye li van zêde bikin, keda zindî jêre tê gotin çiqasî mumkin e ku bibe xwedî buhayekê ango nabe ku heqdestekî xwe hebe.
ÇAVKANÎ: ŞARISTANIYA KAPÎTALÎST “Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaske” (PÎRTÛKA DUYEMÎN)