STRASBOURG- Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê û planên wan ên dagirkirina Qendîlê, çalakiyên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad didomin.
Ciwanan, di seatên êvarê de li bajarê Fransa Strasbourgê, di guncana pêngava “Nehêle” de bi şiyara “Dagirkirinê Nehêle” çalakiyek li dar xistin. Ciwanan, riya ku girêdayî şahrêyê ye demeke girtin û panqartên bi Fransî “Ji faşîzma Tirkan re Serî Hilde” dinivîse, daliqandin. Ciwanan gelek caran bi Fransî û bi Kurdî diruşmeya “Kujer Erdogan”, “Ji Ocalan re Azadî” avêtin û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKKê vekirin.
Ciwanan di çalakiyê de fişekên hewayî(agirbazî) jî teqandin û 10 xulek şûnde jî çalakî bi dawî kirin.