KASSEL – Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê di çarçoveya kampanya “Nehêle” de bi şiyara “Em ê rê nedin dagirkeriyê” endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Azad mîtîngek li dar xistin û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.
Çalakî li Konîgplatzê pêk hat û alên TEV-DEM’ê û pankarta Elmanî ya bi nivîsa “Di demekê de ku cîhan hemû li dijî vîrûsa koronayê têdikoşe, Erdogan bi balafirên xwe yên şer bombeyan li Kurdan dibarîne” hildan.
Di mîtîngê de dîrûşmeyên dijî dagirkeriya tirk hatin berzkirin.