NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Antî Terorê eşkere kirin ku berpirsê malî yê şaneyên DAIŞ’ê Ehmed Mihemed El-Elî girtin.
Hêzê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser El-Elî, pereyên welatên ên Amerîka, lireyê Tirkiyê û lireyên Sûriyê girtine. Tevî sê telefonên berîkan ên ku ji bo koordîneyê di navbera şaneyan de bikar dianîn.
Piştî ku şaneyên DAIŞ’ê gelek kiryarên terorîstiyan li Reqayê pêkanîn, hêzên leşkerî di vê dawiyê de girtekên emnî ji bo girtina endamên şaneyên DAIŞ’ê zêde kirin.