NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Komunaran a Şoreşger /Hêzên Yekbûyî yên Azadiyê (DKP/BOG) bi çarçoweya Heftiya Nemiran a 9-16’ê Gulanê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Rêberê damezirîner ê partiya me Ulaş Bayraktaroglu tam mîna artêşên Sowyetê ku faşîzm di biryargehên wan de teslîm girtî, di pêngava serfiraziyê de ku DAÎŞ li keleha wê Reqayê teslîm girt, bû nemir.
Partiya me di şexsê rêberê me yê damezirîner ji bo hemû şehîdên me yên di navbeyna 9-16’ê Gulanê de weke Heftiya Nemiran ragihandiye, partiya me li hemû qadên ku lê ye, wê navê ku bi pey fetihkirina ezmên ketine bi meşa azadiyê de bike ala.”