NAVENDA NÛÇEYAN – Malpera Kolber News ragihand, îro di 9’ê Gulanê de kolberekî xelkê Bane yê bi navê Keywan Kewserî ji ber ketina xwarê ya ji bilindahiya sînorên çiyayê Çomanê jiyana xwe ji dest da.
Her wiha Keywan Kewserî bavê du zarokan bû.
Heman demê de hêzên ewlekariya rejîma Îranê li herêma sînor êrîşî komeke kolberan kir. Hêzên rejîma Îranê gule li ser kolberan reşand. Di vê êrîşê de kolberê bi navê Loqman Çiwargoşte hate qetilkirin û 2 kolberên bi navê Mensûr Çiwargoşte û Meysem Mihemedî jî birîndar bû.