STUTTGART- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad, li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Zînê Wertêyê û îxtîmala dagirkirina Qendîlê, li bajarê Elmanya Stuttgartê çalakiyeke li dar xistin.
Ciwanên TCŞ û JCAyê, di guncana pêngava “Nehêle” de bi şiyara “Dagirkirinê Nehêle” ve di saet 16.30an de li qada Schlossplatzê kom bûn û ciwanên Partiya Çepgir a Elmanan a Die Linkeyê jî tev li çalakiyê bûn.
Ciwanên ku posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên TCŞê daliqandine, panqartên ku bi Elmanî “Qirkirinên li Kurdistanê Rawestînin” û “Artêşa Tirk a Dagirker, Ji Kurdistanê Derkeve” dinivîse, vekirin.
Di çalakiya ku nêzîkî nîv saet domiya de ciwanan, di daxuyaniya xwe de li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Mexmûrê ya ku di bin venêrîna DYê de ye, bêdengiya Yekîtiya Ewropayê û Dewletên Yekbûyî protesto kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, gelê Kurd li Rojhilata Navînê ji bo hemû gelan paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a demokratîk, ekolojîst û jinparêz diparêze lê li hemberî vê êrîş pêk tên, ji ber wê divê hemû gelan piştgiriyê bidin.