NİSÊBÎN – Di 1’ê Gulanê de di dema qedexeya derketina derve de li Toplûkonûta Taxa Firatê ya Nisêbîna Mêrdînê polîsên tirk ên dagirker ji bo zarokên li hewşê ‘bitirsînîn’ gule bera hewa dan.
Di dîmenan de tê dîtin ku polîsê çek di dest de dikeve hewşê û zarok ji ber wî direvin. Piştî ku zarok direvin polîs diçe zarokê bi navê B.E. yê astengdar destgîr dike û dixwaze wî têxe wesayîta polîsan.
Kesên li derdorê nerazîbûn nîşanî polîs dan. Li gorî şahidên bûyerê ev zarok hê jî di bin vê travmayê de ye.