STRASBOURG – Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Fransayê Strasbourgê, li hemberî êrişên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst yên li başûrê Kurdistanê pêk anî û plana dagir kirina herêma Qendîlê bi meşekê protesto kirin.
Ciwanên ku li navenda bajêr hatin li cem hev, di bin pêngava Nehêle, bi dirûşma “Dagirkeriyê Nehêle” va meşiyan. Ciwanên ku di danê êvarê, li navenda bajêr kom bûn; bi posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKKê va dest bi meşê kirin. Meşa ku di kolanên ji ber şewba Coronavîrûsê xalî mane da pêk hat, bala gelek kesên di malên xwe dane kişand.
Ciwanên ku timî bi Fransî û Kurdî, dirûşmên “Erdoganê Kujer” û “Bijî Serok APO” berz kirin, piştî nîv saetên din çalakiya xwe bi dawî kirin.