NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) otela ku çeteyên JOH û POH piştî komkujiyan lê bi cih dibin şewitand.
Di daxuyaniya HBDH’ê de hate gotin, “Dewleta ku di sala 2016’an de bi hemû çekên xwe yên zilmê êriş bir ser berxwedêrên xwerêveberiyê, li pêşbeî berxwedanê bi rojan bêçare ma. Bi navê ‘Sendroma Nisêbînê’ tirs ketibû dilê yekîneyên komkujiyê POH û JOH. Dewlet ji bo JOH û POH’ên xwe ji nava vê tirsê derxîne û rehabîlîte bike ji bo wan betlane amade kiribû.”
‘OTELA KU ÇETE LÊ BÛN HATE ŞEWITANDIN’
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Milîsên me, sal jî di ser re derbas bibin dosyayên sûcên kujerên gel ji bîr nakin, gav bi gav xwe nêzî wan dikin û hesab dipirsin. Çeteyên JOH û POH’ê yên komkujî li gelê Nisêbînê kirin, piştî komkujiyê li herêma Kûmlûca Adrasan a Antalyayê bi cih bûn. Oteleke li vê herêmê 8’ê Gulana 2020an bi şev saet di 23:00 de bû hedefa hêzên milîsên me. Otela bi tîpa Bûngalov şewitî û bû xwelî.”
‘JI BO HELÎN, ÎBRAHÎM, MÛSTAFA…’
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakiya wan ji bo bîranîna endamên Grûp Yorûm Helîn Bolek, Îbrahîm Gokçek û berxwedêr Mûstafa Koçak hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta êrişê dibe ser goristanan wê hedefa hêzên wan be û êrişê wê bêbersiv nemîne.