NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyan di nava çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê zêde bûne û şer di navbera hikumeta Wîfaqê û artêşa nîştimanî ya Lîbyayê de li gelek eniyên Lîbyayê didome.
Navendê tekez kir ku 11 çeteyên ji Sûriyê di nava çend rojên dawîn de hatine kuştin.
ZAROKAN DIDIN ŞERKIRIN
Li gorî SOHR’tê hejmara kuştiyên çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê li Lîbyayê bû 279 çete, ji wan 13 zarokên temenê wan kêmî 18 salî ye.
Piraniya çeteyên hatine kuştin ji Lîwa El-Mutesim, Firqet Sultan Murad, Lîwa Siqûr El-Şemal, El-Hemzat û Silêman Şah in. Çete li eniyên taxa Selahedîn a başûrê Terablusê, eniya El-Remla ya nêzî balafirgeha Terablusê, eniya Projeya El-Heddba her wiha di şerê li Mesrata û herêmên din ên Lîbyayê, hatine kuştin.
Dewleta Tirk sewqiyatên leşkerî ji çeteyên li Lîbyayê re şandin. Di beşa dawîn a sewqiyatan de nêzî 260 çete hatin şandin. Bi vê yekê hejmara çeteyên ku gihaştine xaka Sûriyê nêzî 8 hezar û 510 çete ne, ji wan komeke ne ji Sûriyê ne û hejmara çeteyên ku gihaştin baregehên dewleta Tirk ji bo perwerdekirinê, bû 3 hezar û 450.