BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:
“11’ê Gulanê saet di 11:00 de hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa TC a dagirker a li ser Girê Stûna xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirine û birîndar bûne nehate tespîtkirin.
BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK BOMBE LI GUNDÊN MÎXANA Û KESTA BARANDIN
Di navbera 12’ê Gulanê saet di 16:00 û 13’ê Gulanê saet 01:00 de balafirên şer û helîkopterên êrişê yên artêşa TC a dagirker li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bombe li derdora gundê Mîrxanayê barandin. Ji ber bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên gel bû.
12’ê Gulanê saet di 12:00 de balafirên şer bombe li qada gundê Kesta yê ser bi herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.”