NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşandin û diyar kir, “Di 12’ê Gulanê de li Tarsûsê li dijî TIR’eke ku 8 wesayit tê de bûn çalakî kirin. Di çalakiya sabotajê de TIR a bi plaqeya 35 ALP 302 û 8 wesayitên tê de şewitîn.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Çeteyên ku pişta xwe dispêrin faşîzma AKP-MHP’ê û êrişê dibin ser goristanên me bi êgir dilîzin. Rejîma qesrê ku nirxên mirovahiyê hemû winda kiriye, li dijî her kesên ku serî li ber wan natewîne şer dike, her wiha êrişa li dijî goristanan û cenazeyan ji nû ve ji xwe re kiriye polîtîka.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên li dijî goristanan êrişeke navendî ye û got, “Suleyman Soylû serkêşiyê ji vê êrişê re dike. Di êrişên dijî goristanan û cenazeyan de fermana wî bi xwe heye. Desthilatdariya qesrê ya li ber têkçûnê ye bi êrişên dijî nirxan jê heye ku karker, kedkar û gelan wê bitirsîne û bi xwe ve girê bide. Qeşmerên qesrê bi rojane li ekranên televîzyonan lîsteyan eşkere dikin, gefan dixwin ku ev yek parçeyên heman planê ye. Ditirsin, her ku ditirsin gefê dixwin û êrişî kêlên goran dikin.”
Di daxuyaniyê de ji êrişkaran re hate gotin, “Ne qesra ku hûn xwe dispêrin, ne jî meqamên we wê nikaribe we biparêze.”
Milîsên HBDH’ê bang li ciwanên şoreşger jî kir ku bi xeleka ji êgir dorê li faşîzmê bigirin.