ÇEMÇEMAL – Ji alî Jinên Ciwan ên Tekoşer li navçeya Çemçemal a Silêmanî ji bo salvegera şehîdbûnê jinên Şoreşger Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li Mala Kultûrî ya Çemçemal hat çêkirin. Merasîm ji bo Şehîdên Şoreşê bi deqeyek rêzgirtin hate destpê kirin.
Di bîranînê de di derbarê jinên şoreşger de sînevîzyonek hat temaşekirin. Pişt re li ser navê Jinên Ciwan Avan Mihemed li ser tekoşîna Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî axivî û wiha got; “Bi saya tekoşîna wan Kurdistan sînoran li dagirkerî teng kiriye”.
Bîranîn bi sloganên ‘’Şehîd Namirin’’ bi dawî bû.