NAVENDA NÛÇEYAN – PDK’ê di 13’ê Nîsanê de pêşmergeyên xwe û çekên giran bi balafirên keşfê yê dewleta Tirk a dagirker bir herêma Zînî Wertê. Di 14’ê Nîsanê de dema gerillayên HPG’ê ji hevdîtina pêşmergeyên PDK’ê dihatin, balafirên şer yê dewleta Tirk a dagirker êrîş kir û 3 gerîlla jî şehîd ketin. Pişt re derket holê ku cihê gerillayan ji alî pêşmergeyên PDK’ê ji dewleta Tirk a dagirker re hatibû gotin. Û diyar bû ku PDK’ê di çarçoveya planên dagirkeriyê yê dewleta Tirk a dagirker de hêzên xwe şandiye heremê. Zînî Wertê ji alî stratejîkte giringiya xwe, di navbera çiyayên Karox û Qendîlê de dimîne. Esasen herêmekî tampon e. Nabe ku PDK’ê hêzên xwe bişîne herêmê.
Li ser vî esasî gelên Başûrê Kurdistanê, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, siyasetmedar, rojnamavan, pêşmergeyên dêrîn, dayikên laçik spî, jin, ciwan û hwd… Li hember provakasyona PDK’ê li Zînî Wertê derketin û li gelek deweran çalakî kirin. Gelên herêma Zînî Wertê û derdorên wî jî bi daxuyanî da diyar kirin ku PDK’ê li herêma xwe naxwazin û ji xwe herêm herêmekî ewleye pêwîstiya peşmerge jî nîn e.
Lê PDK’ê hê jî ji herêmê venekişiya ye. Bi çûyîna PDK’ê li gundên derdora Zînî Wertê tevgerandina MİT’ê çêbûye.
Di vê çarçoveyê de ji bo provakasyona PDK’ê were şikandin, Însiyatîfa Ciwanên Başurê Kurdistanê îlankiribû ku wê 16’ê mehê de yanê sibe bi şîara ‘’Em ji bo Yekîtiya Neteweyî dimeşin’’ ji Ranya heta Zînî Wertê meşekî dirêj wê lidar bixe.
Meş sibe seat 10.00 an de ji ber Zanîngeha Ranya’yê destpê bike. Li gor agahiyên ku di destê me de ji her bajarên Başurê Kurdistanê wê ciwan tevlî meşê bibin. Gelek saziyên sîvîl, siyasetmedar, rêxistinên ciwanan, komeleyên xwendekaran, partî, kesayetên serbixwe, hunermend meşê piştgirî dike.
Însiyatîf, wek sembolîk bi hejmarekî dest bi meşê bike û piştre bangawazî ji bo beşdarbûnê her kesî bike.
Wê di meşê de tenê alên Kurdistanê were rakirin. Meşvan wê tîşortên spî li ser sembola Serkeftinê hatiye hêz kirin û nivîsa ‘’Êdî Bes e’’ wê li xwe bike.
Amadekariyên meşê hêjî didome.