AMED – Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), diyar kir ku di Roja Cejna Zimanê Kurdî de Şaredariyên HDP’ê hatin dagirkirin û wiha got: “Desthilatdarî şaredariyên ku bi hilbijartinê bi dest nexistine tayînkirina qeyûman dagir dikin. Desteser dike.”
Wezareta Karên Hundir, di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Îdîr, Sêrt û navçeyên Misirc, Hawêl û Vartînîsê kirin. Piştre Hevşaredarên Îdir, Sêrt, Hawêl, Misirc û Vartînîsê kirin.
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di roja Cejna Zimanê Kurdî de tayînkirina qeyûman dagirkerî ye. Desthilatdarî şaredariyên ku bi hilbijartinê bi dest nexistine tayînkirina qeyûman dagir dikin. Desteser dike. Politikayên qeyûm ewil di 2016’de xistin meriyetê. Bi vê polîtîkayên qeyûm tayînî 95 şaredariyên DBP’ê kirin. Bi vê polîtîkayê qeyûm û walî tayîn kirin û rêveberiyê herêmê di destê dewletê dagir kirin. Em wekî aliyê ku ji demokrasiyê bawer dikin, bang li hemû mirovan dikin ku li dijî AKP ku bûye vîrûsa herî mezin û herî talûke rawestin. Em bang li hemû hêzên ked, aştî û demokrasiyê dikin ku li dijî vê yekê bi hevre têbikoşin.”