STENBOL – Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo di navbera dîroa 20-22’yê Gulanê de biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Newroz Ûysal jî ji bo di navbera dîroka 20-22’yê Gulanê de biçin muwekîlê xwe bibînin serlêdana Serdozgeriyê kirin.
Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ên din ên li girtîgeha Îmralî bi rêya parêzeran serlêdan kirin.
Malbatan ragihandin ku dixwazin bi rêya telefonê bi xizmên xwe re baxivin.