RANYA – Li Benda Serkepkan a herêma navçeya Ranya, hêzên ewlehiyê rê neda meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ber bi Zînê Wertê ve. Tevî hewildanên ciwanan jî hêzên ewlehiyê rê nedan ciwan biçin Zînî Wertê.
Li gorî daxuyaniya wan ciwanan ku ji bo dawî anîna meşê ji bo raya giştî xwendin, ji bo piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê 23 baregeh dewleta Tirk hene û 10 hezar leşker têde bi cih kirine.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku dewlata Tirk hêzên PDK’ê şandine Zînî Estêrokan û bi xwe jî bi riya balafiran berdewam çavdêriya herêmê dike û wiha tê gotin;”PDK bi vî karî ziyanê digihîne yekîtiya neteweyî.”
Ciwanan di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku ew fêm nakin ji ber çi YNK rê nade ciwan û xelk biçin Zînî Wertê û ev pirs kirin;”Gelo destê YNK’ê di pîlangeriya li ser Zînî Estêrokan de heye, yan ne?”
Ev cara sêyemîne hêzên herêma îradeya Raperîn rê nade ciwan û kesayetên Başûrê Kurdistanê biçin Zînî Estêrokan, heta ku peyam bidin hemû hêzên li wir vekişîn rewşê aram bikin.
https://www.nuceciwan46.com/ku/2020/05/16/lezgin-mesa-ciwanen-basure-kurdistane-hate-astengkirin/
https://www.nuceciwan46.com/ku/2020/05/16/mesa-ciwanan-ya-ber-bi-zini-werte-ve-destpe-kir/