NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkildarî şehîdên meha Gulanê daxuyaniyek da û Şehîdên Meha Gulanê bibîr anîn.
HBDH’ê di salvegera şehîdbûna Îbrahîm Kaypakkaya, Hakîk Karer, Halîl Çavgûn, Ferhat Kûrtay, Eşref Aynik, Mehmet Zengîn, Necmî Oner û dîsa bi hezaran rêberên mîna wan ên di meha Gulanê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandin bi rêzdarî û minet bibîr anî û destnîşan kir ku girêdayî bîranîn û têkoşîna wan in.
HBDH’ê got: “Di gulana 1978’an Halîl Çavgûn, 3’yê Gulana 1983’an Mehet Karasungûr û Îbrahîm Bîlgîn, 11’ê Gulana 1992’an Armenek Bakirciyan, Ozan Mizgîn, 17-18’ê Gulana 1982’an di zîndanên Amedê li dijî faşîzma 12’ê Îlonê berxwedan û îsyana Çaran (Ferhat Kurtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner) di kîjan şert û mercan de dibe bila bibe bi sekna xwe ya li dijî faşîzmê, bi baweriya xwe ya bi gel, girêdana wan a bi têkoşîna azadî û şoreşê re bûne pêşeng.
Îbrahîm Kaypakkaya û Hakî Karer bi berxwedan û têkoşîna xwe ya ku meha Gulanê sor kirin, têkoşîn û bîranînê wan rêya me tim ronî dike. Ew ên li dijî her cûre faşzmê têkoşîn kirin, stêrka Bakur a rênîşaner in.”
HBDH’ê banga xurtkirina têkoşîna wan kir û got: “Divê helwesta gel vegere serhildanê, serhildan veguhere berxwedanê. Divê tax,semt, kargeh û çiya bi rengê sor ê Gulanê bibe yek. Zanist û kêrhatiyên bi cesaret kevneşopiya berxwedanê ya Îbrahîman, Hakiyan, Çavgunan, Armenakan, Çaran bi ruhê eniyan bibe yek û li dijî faşîzmê bibe bend.
Bi kirina yek a perspektîfa têkoşîna yekbûyî û ruhê hevrêtiya bendan re, têkoşîna ku li diî faşîzmê û paşverûtiyê bê kirin, divê li her astê û her kêrhatiyê hilgire ser milan, pêş bixe û veguhezîne siberojê.”