STÛTTGART – Çalakiyên ciwanan ên ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û azadiya wî yên li Ewropayê dewam dike.
Ciwanên li Stûttgart a Elmanyayê daketin qadan posterên Ocalan hildan û alên KCK û PKK’ê bilind kirin, dest bi meşê kirin.
Ciwanan bi Elmanî, Kurdî û Tirk dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Tolhildan’ û ‘Bijî Ocalan’ qîr kirin.
Di meşê de guleyên hewayî jî hate avêtin.